Li Kolnê Komeleya Dengên Piştgiriyê (Stimmen der Solidaritaet) ji bo girtiyên siyasî yên li Tirkiyeyê, yên ku welatiyên Elmanyayê ne, xebata piştgiriyê bi rê ve dibe. Komeleyê çalakiya xwe ya Nobeta Edaletê ya 100’î li dar xist.
Çalakî li ber avahiya Şaredariya Kolnê hat li dar xistin. Şaredarê Kolnê Dr. Ralph Elster, endamên Meclîsa Şaredariyê Claudia Brock û Joerg Detjen, parlamentera meclîsa eyaletê ya NRW’ê Claudia Kirsch, rojnamevan, akademîsyen Kerem Schamberger, Hozan Canê û keça wê Dilan Ors ên ku di hepsên Tirkiyeyê de mabûn, parlamentera berê ya ya meclîsa NRW’ê Hamîde Akbayir a ku li Tirkiyeyê demekê asê mabû, rêveberên Stimmen der Solidaritaet Naciye Alpay, Said Bolurî û Adil Demirci jî beşdarî nobeta edaletê bûn. Ev bûn 4 sal û nîv ku nobet dewam dike.
Naciye Alpay di dema çalakiyê de got, “Me çalakî piştî girtina Adil Demirci da destpêkirin û bû nimûneyeke baş a piştgiriyê.”
Hamide Akbayır jî got, “Îlona par bi ser mala min de girtin û ez kirim nezaretê. 5 mehan qedexeya derketina ji Tirkiyeyê li ser min ferz kirin. Tirkiye bi van kirinan dixwaze bi van kirinên kêfî muxalefetê bêdeng bike.”
Şaredarê Kolnê Ralph Elster jî got, “Me ev çalakî bi Adil da dest pê kirin û veguherî rêûresmekê. Ev ji bo Kolnê bû dewlemendiyek. Em li pişta têkoşîna we ya li dijî rehîngirtina xelkê Kolnê li Tirkiye û Îranê ne. ”
Wî got, çalakî ji bo tevahiya girtiyên siyasî ye jî.
Girtiyên siyasî yên li Elmanyayê ji bîr nekin
Nivîskar Said Bolurî jî got, “Rejîma Îranê ji 43 salan ve hîna hîç evqasî ne tirsiyabû. Berxwedana piştî qetilkirina Jîna Amînî, bi pêşengiya jinan dewam dike. Divê desthilata Elmanyayê jî helwêstê nîşanî Îranê bide.”
Kerem Schamberger jî akademîsyen û rojnamevan Nagîhan Akarsel bi bîr anî ya ku bi reşkujiyê li Silêmaniyê hatibû şehîdkirin û wiha peyivî: “Piştgiriya li Kolnê ji bo tevahiya Elmanyayê mînak e. Divê ev niobetên edaletê li seranserê elmanyayê beav bibin. Îro roj li Elmanyayê 10 girtiyên siyasî yên Kurd hene. Ez dixwazim balê bibim ser rewşa wan jî.”
KOLN