4 rojan têra derewan nekir

Pêncşem 30 Hezîran 2022 - 22:24

  • Dema nezaretê ya kesên di serdegirtinên ku li Edene, Mêrsîn û Amedê de polêsên Tirk ew girtin, 4 rojên din hat dirêjkirin. 

Dema nezaretê ya kesên di serdegirtinên ku li Edene, Mêrsîn û Amedê de polêsên Tirk ew girtin, 4 rojên din hat dirêjkirin. 

Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê ku Komeleya Çand û Huner a Binevşê kiribû hedef, di 27'ê Hezîranê de biryara van serdegirtinan dabû. Wê ji bo 38 kesan biryara kirina nezaretê dabû û di vê çarçoveyê de li Edene, Mêrdîn, Mêrsîn, Wan û Amedê bi ser malan de da girtin.

Bi giştî polêsên Tirk 36 kes kirin nezaretê. Kesên li derveyî Edeneyê kirin nezaretê jî birin Edeneyê.

Ji bo dosyayên kesên kirine nezaretê jî biryara nepeniyê hat dayîn û hê jî îfadeya wan nehatiye girtin.

Doh ji ber bidawîbûna 4 rojan a dema nezaretê ya 36 kesan, hlzln Tirk ew birin Edliyeya Edeneyê. Li ser daxwaza dozgeriyê, Dadgeha Cezaya Sulhê ya Edeneyê dema nezaretê 4 rojên din dirêj kir.

Parlamenterê HDP'ê yê Edeneyê Kemal Pekoz li ber Edliyeya Edeneyê daxuyanî da, nerazîbûn nîşanî vê biryarê da.

Pekoz, kirina nezaretê wekî "polîtîkaya tirsandinê" nirxand û got, dixwazin bi darê zorê îfadeya wan bê girtin û îftirayê bikin.

Di nava kesên girtî de Pekoz destnîşan kir ku ev pêkanîn weke duh wê îro jî bi ser nekevin.

Navên kesên di nezaretê de Hevserokên Rêxistina Edenê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Helîn Kaya û Mehmet Karakiş, endamên PM’ê yê HDP’ê Abdurrahman Oral û Ahmet Yildiz, Hevberdevkên DBP’ê yên Herêma Çûkûrovayê Şîlan Turga û Enver Guler, xebatkarên Komeleya Çand û Hunerê ya Binevşê Îlyas Arzû, Mûrat Gurbuz, Suat Ekîn û Jiyan Savci, Hevseroka Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe Winda Kirine ya Akdenîzê (AYKAY-DER) Suphiye Bayav, Serokê Komeleya Çand û Huner a Mezopotamyayê a Edenê Abdullah Ayav jî hene.

EDENE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.