HPG’ê nasnameya 4 gerîlayên di Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de şehîd bûn, eşkere kir û sersaxî ji malbatên Bawer, Agir, Atakan û Welat û gelê Kurdistanê yê welatparêz re xwest.
HPG’ê nasnameya 4 gerîlayên di Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de şehîd bûn, eşkere kir û sersaxî ji malbatên Bawer, Agir, Atakan û Welat û gelê Kurdistanê yê welatparêz re xwest.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyanî da û got, “Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de derbên giran li artêşa Tirk a dagirker hatin xistin û xeyalên qirkerî û dagirkeriyê yên dijmin careke din hatin têkbirin. Li herêma Zapê, hevrêyên me Bawer, Agir, Atakan û Welat di berxwedanê de li refên herî pêş cih girtin û bi fedakariyeke mezin şer kirin, di demên cuda de şehîd bûn.”
Li Tîpa T bi lehengî şer kirin
HPG’ê ji bo şehîd Bawer Botan got, “Hevrêyê me Bawer li nava malbateke welatparêz mezin bû. Di salên 1990’î de ji ber şewitandin û valakirina gundên Kurdistanê de, malbat neçar ma koçberî metropolên Tirkiyeyê bike. Hevrêyê me Bawer karakterê asîmîlasyon û qirker ê dewleta Tirk ji nêz ve dît û tevlî nava karên ciwanên şoreşger bû. Di nava tevgera ciwanan de bi salan pêşengî kir û sala 2015’an tevlî nava refên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bû. Li çiyayên Zapê gerîlatî kir û bi xurtî bi vê derê ve hate girêdan. Hevrêyê me Bawer di nava pêvajoya şer a 6 salên dawî de bi roleke çalak rabû û bi her awayî xwe tevlî pêvajoyê kir. Hevrêyê me Bawer bû navê lêdana derbê li dijminê mêtinger û bû yek ji fermandarên fedayî yê Apoyî yê li Zapê. Di 6-7’ê Gulanê de li qada Tîpa T’ê, di şer û bombardûmanê de tevî hevrêyê me Agir bi lehengî şer kir û şehîd bû.
HPG’ê ji bo şehîd Agir Tolhildan jî got, “Hevrêyê me Agir sala 2018’an hate çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bû. Destpêkê li Behdînanê, piştre jî li Zapê kar kir. Li qada Zapê hînî pîvanên gerîlatiyê bû. Bi kesayetiya xwe ya çalak û kelecan zû bi pêş ket û bû milîtanekî Apoyî yê mînak. Di gelek çalakiyên Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de bi roleke çalak rabû. Di 6-7’ê Gulanê de di şer û bombardûmanê de bi lehengî şer kir û şehîd bû.
Li dijî fermanê li cem Şengaliyan bû
Ji bo şehîd Atakan Konya jî HPG’ê got, “Hevrêyê me Atakan Konya li navçeya Silopya a Şirnexê çêbûye. Ew sala 2013’an tevlî nav refên gerîla bû. Piştî ku 2 salan li Botanê pratîkê dike dema komkujiya DAIŞ’ê ya li dijî Şengalê de ji bo ku gelê Şengalê ji qirkirinê xilas bike, berê xwe daye Şengalê. Hevrêyê me Atakan bi rengekî çalak li dijî çeteyên DAIŞ‘ê li Şengalê şer kir, piştî 2 salan berê xwe da Herêmên Parastinê yên Medyayê. Hevrêyê me Atakan tevlî nav pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê bû. Di gelek çalakiyên wî de derbên giran li dijmin hatine xistin û di şikandina êrişên dagirker yên bi ser Zapê de bi roleke girîng rabûye.
Ji bo şehîd Welat Rizgar HPG’ê got, “Hevrêyê me Welat sala 2013’an tevlî nav refên gerîla dibe, bi azwerî, fedakarî û dilgerimiya xwe bilez hînî jiyana gerîla bû. Li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû pêşengê çalakiyan. Hevrêyê me Welat hewl da ku bi serfirazî peywirên xwe bi cih bîne, bi hîsa berpirsyariyê kiriye ku hevrêyên wî jê hez bikin.
Em sersaxiyê dixwazin ji malbatên hêja yên hevrêyên me Bawer, Agir, Atakan û Welat, û dibêjin, serê tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz sax be.”
HPG’ê nasnameya şehîdan wiha eşkere kir:
- Bawer Botan (Hasan Ozmen) ê li Sêrtê ji dayik bûye, kurê Hatîce û Şemsettîn, 7’ê Gulana 2021’ê li Zapê şehîd bû.
- Agir Tolhildan (Nûzad Muhemed Reşad) ê li Hesekê ji dayik bûye, kurê Gulnaz û Muhamed Reşad, 7’ê Gulana 2021’ê li Zap şehîd bû.
- Atakan Konya (Haci Aydin) ê li Şirnexê ji dayik bûye, kurê Cemîle û Husamettîn, 25’ê Gulana 2021’ê li Zapê şehîd bû.
- Welat Rizgar (Vedat Yokûş) ê li Êlihê ji dayik bûye, kurê Sabîha û Mehmet Zekî, 3’ê Îlona 2021’ê li Zapê şehîd bû.