4 pakrewanên Zapê

Pêncşem 17 Mijdar 2022 - 09:57

HPG’ê nasnameya 4 gerîlayên şehîd, eşkere kir û got, "Hevrêyên me Mahîr, Toprak, Delîl û Destan wê her tim di têkoşîna me de bijîn."

Navenda Ragihdin û Çapemeniyê ya HPG´ê ji bo şehîdan got, “Zarokên leheng ên gelê Kurd ên ku di nava refên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de bi qehremanî li ber xwe dan, di şert û mercên herî dijwar de ji bo rûmet û siberoja azad a gelê me bi fedekarî têdikoşin. Hevrêyên me Mahîr, Toprak, Delîl û Destan ên ku li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a faşîst a dagirker berxwedaneke dîrokî nîşan dan û her qada ku lê man ji dijmin re kirin asteng, gihiştin şehadetê. Hevrêyên me yên ku bi awayeke fedayî jiyan û bê navber li ser xeta fedayiyan şer kirin, derbên giran li dagirkeran xistin, ji bo me ango hevrêyên wan mîrateyek têkoşînê ya ku nayê jibîrkirin, li pey xwe hiştin. Hevrêyên me Mahîr, Toprak, Delîl û Destan wê her tim di têkoşîna me de bijîn.”
Nasnameya şehîdan weke li jêr:

* Mahîr Başkale (Alî Polat) yê li Wanê ji dayik bûye, kurê Zehra û Fehîm, 29´ê Tebaxa 2022´yan li Zapê şehîd bû.

* Toprak Canwelat (Hêva Ehmed) a li Helebê ji dayik bûye, keça Henîfe û Mihemed, 27´ê Gulana 2022´yan li Zapê şehîd bû.

* Delîl Hawar (Emrah Şanli) ê li Amedê ji dayik bûye, kurê Ayşe û Sadik, 5´ê Tebaxa 2022´yan li Zapê şehîd bû.

* Destan Rustem Cûdî (Gerdînya Şêxo) ya li Kobanê ji dayik bûye, keça Ferîde û Ebdo, 1´ê Tîrmeha 2022´yan li Zapê şehîd bû.

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.