• HPG'ê 4 gerîlayên sala 2016'an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûn, bi bîr anîn. 

HPG'ê 4 gerîlayên sala 2016'an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûn, bi bîr anîn. 

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê got, "Sibata 2016'an di êrişên dewleta Tirk a qirker ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê de, milîtanên pêşeng ên gelê me Sureç, Majda, Rûbar û Dijwar şehîd bûn û di salvegera şehadeta wan de em wan bi rêzdarî bi bîr tînin, soza xwe dubare dikin ku wezîfeyên şoreşê yên ku wan radestî me kirine bi berpirsyarî bi cih bînin.”

HPG´ê ji bo şehîd Sureç Devrim got, “Hevrêya me Sureç fêhm kir ku şerê herî xurt ê li dijî polîtîkayên asîmîlasyon û qirkirinê li çiyayên Kurdistanê yên azad dikare bê meşandin û dest ji xwendina zanîngehê berda û berê xwe da nav refên gerîla. Hevrêya me Sureç hewl da ku tiştên di perwerdeyên leşkerî û îdeolojîk de hîn bûye di pratîkê de pêk bîne, bi hevrêyên xwe re parve bike û bi rola perwerdekirinê rabû. Hewl da Îdeolojiya Rizgariya Jinê ya Rêberê me fêhm bike, weke armanc danî pêşiya xwe ku bibe jineke azad û di vê rêyê de ji bo fermandarî û artêşbûna jinê kûr bû, bi gavên bi xwe bawer meşiya.” 

HPG´ê ji bo şehîd Majda Nisêbîn jî got, “Hevrêya me Majda sala 2015'an tevlî nava refên gerîla bû. Bi enerjiyeke mezin hewl da xwe bi pêş bixe.

Bi taybetî bandora sîstema kapîtalîst a li ser kesayetiya xwe ji holê rakir û ji bo bibe jineke azad gavên destpêkê avêtin. Li ser bingehê analîzên Rêber Apo yên têklidarî azadiya jinê, hevrêya me Majda xwe di perwerdeyên îdeolojîk de kûr kir.”

HPG´ê ji bo şehîd Rûbar Gabar jî got, “Hevrêyê me Rûbar weke ewladekî hêja yê xelkê Efrînê li Helebê ji dayik bû. Hevrêyê me Rûbar sala 2012'an tevlî nava refên gerîla bû. Hevrêyê me Rûbar agirê şoreşa azadiyê yê li Rojavayê Kurdistanê gihand agirê azadiyê yê li çiyayên Kurdistanê û xwest şoreşa tevahiya Kurdistanê pêk bîne.”

HPG´ê ji bo şehîd Dijwar Cûdî jî got, “Hevrêyê me Dijwar li navçeya Silopiya ya ser bi Şirnexê ji dayik bû. Ji bo tevlî nava refên gerîla bibe wî rojeke bi wate diyar kir; 4'ê Nîsanê roja rojbûna Rêber Apo. Piştî ku xwe gihand çiyê, gelekî kete bin bandora hevrêtiya PKK'ê û jiyana azad a li çiyê, kêfxweş bû ji ber ku xwe ji jiyana bi krîz a sîstema kapîtalîst dûr xist. Pratîka hevrêyê me Dijwar mîna gotina wî bû, tiştên ku ji wan bawer dikir bi rengekî serketî bi cih anîn.”

HPG´ê sersaxî ji malbatên şehîd Sureç, Majda, Rûbar û Dijwar û tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz re xwest. Agahiyên li ser nasnameya şehîdan jî wiha ne:

- Sureç Devrîm (Perîhan Civakli) a li Wanê ji dayik bûye, keça Nazdar û Kerem, Sibata 2016´an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.

- Majda Nisêbîn (Zînet Dogan) a li Mêrdînê ji dayik bûye, keça Resmiye û Celal, Sibata 2016´an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.

- Rûbar Gabar (Xalit Sîdo) yê li Efrînê ji dayik bûye, kurê Fehîme û Welîd, Sibata 2016´an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.

- Dijwar Cûdî (Mûrat Macît) yê li Şirnexê ji dayik bûye, kurê Fehîme û Abdulazîz, Sibata 2016´an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.

BEHDÎNAN