Wesayîta karkerên wargeha penaberan a Mexmûrê ku ber bi Bexdayê ve diçû, qeza kir. Di encama qezayê de 4 karkerên xelkê wargehê jiyana xwe ji dest dan. Cenazeyên her 4 karkeran jî îro li Mexmûrê bi merasîmeke hatin definkirin.
Ji ber rêgiriya PDK’ê, karkerên wargeha penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) berê xwe didin bajarên Iraqê. Wesayîta karkerên ku danê sibehê xwestin biçin Bexdayê kar, li ser rêya qezaya Şirgat û Bêcî ya ser bi parêzgeha Selahedînê, saet li 06:40 an qeza kir. Di qezayê de 4 karkeran jiyana xwe ji dest da û 2 jî birîndar bûn.
Kesên jiyana xwe ji dest dan; Deniz Xelîl Deniz, Mehmud Sîso Tahir, Hogir Musa Yusuf û Cîhat Mihemed Hecî Mihê. Navê karkerên birîndar bûne jî evin; Ferhat Xelîl Deniz û Serbest Nazmî Zîyav e.
ROJNEWS/MEXMÛR