4 Kurd hatin bidarvekirin

În 9 Tebax 2024 - 02:55

Hovitî û bêhiquqiya rejîma Îranê ya li beramberî Kurdên azadîxwaz berdewam e. Her ku diçe ji ber bêdengiya navneteweyî û aliyên peywendîdar ceza û êşkenceyên di girtîgehên rejîma Îranê de li Kurdan têne ferzkirin zêdetir û girantir dibin. Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê ragihand ku pêr rejîma Îranê li girtîgeha Kerec 4 girtiyên Kurd yên bi navê Firûd Gerawend, Mihemed Xulamî, Îsmaîl Şerefî û Şehab Melêkî bi îdîayên cuda bi darvekirin. Hate diyarkirin ku heman rojê de rejîma Îranê bi îdiaya ‘propagandaya li dijî hikûmetê’ û ‘alîkariya komên muxalefetê’ cezayê girtîgehê li ser Çalakvan Hikmet Emîrî yê ji bajarê Dêwlane ferz kir. Her wiha hate ragihandin ku Hikmet Emîrî ku di warê parastina jîngehê û têkoşîna li dijî pirsgirêkên civakî de çalak e, ji aliyê dadgeha Dêwlan ve bi 6 meh cezayê girtîgehê û 36 meh cezayê girtîgehê yê hatî paşxistin, hatiye mehkûmkirin. Hêjayî gotinêye ku tenê di nava meha borî de, rejîma Îranê zêdetirî 55 kesan bidarvekiriye.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.