4 kolber hatin qetil kirin
În 10 Gulan 2024 - 00:47
Êrişên rejîma Îranê ya li beramberî kolberên Kurd didome. Li gor zanyariyan ji serê meha Gulanê ve li deverên sinorî yên bajarê Bane û Seqiz ên Rojhilatê Kurdistanê 4 kolberên Kurd di encama gulebarana rasterast a hêzên Îranê de jiyana xwe ji dest dane. Roja 1’ê Gulanê kolberê bi navê Hêmin Ehmedî li devera sinorî ya Bestamî ya girêdayî Seqizê di encama gulebarana hêzên Îranê de jiyana xwe ji dest da.
Roja 2’yê Gulanê kolberê bi navê Celal Suhrabî yê ji gundê Tajanî ya ser bi Bane li devera sinorî ya Surkêwî ji ber gulebarana hêzên rejîmê jiyana xwe ji dest da.
Roja 5 Gulanê kolberê Kurd yê bi navê Eta Rustempur yê xelkê Seqiz li sinorê Hengejal a Bane di encama gulebarana hêzên Îranê de jiyana xwe ji dest da.
Roja 7’ê Gulanê jî kolberek Kurd bi navê Mihemed Qadirî yê ji gundê Şiwê ya girêdayî Bane li devera sinorî ya Gelesure ji ber êrişa hêzên Îranê jiyana xwe ji dest da.
Li gor heman zanyariyan di encama van êrişan de 2 kolber jî birîndar bûne. Li gorî daneyên, ji destpêka serê salê ve 31 kolber û kasibkarên Kurd ji aliyê rejîma Îranê ve hatine qetilkirin û zêdetirî 200 kolber jî birîndar bûne.
NAVENDA NÛÇEYAN