4 gerîlayên Kurdistanê şehîd bûn
Duşem 14 Mijdar 2022 - 09:02
HPG’ê nasnameya 4 gerîlayên li Zap û Metînayê şehîd bûne, eşkere kir û got, “Ew bi helwêsta xwe ya li dijî dijmin, bûne nûnerên xeta Apoyî û bi têkoşîna xwe ruh dane xeta berxwedanê ya ji Metîna heta Avaşînê.”
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê got, “Pêngava me ya Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê ya Şehîd Savaş Mereşê ku di xeta fedaî de hate bipêşxistin, bi fedekariya mezin a hevrêyên me didome. Bi vê pêngavê re gelek pîlanên dijmin hatin pûçkirin, derbên mezin li artêşa Tirk a dagirker hatin xistin. Pêngava me ya Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê ya Şehîd Savaş Maraş ku bi ruhê Apoyî û şêwaza lêxistinê serwer e, bi saya sekna bi israr a hevrêyên me yên di xeta Apoyî de ji her demê bêhtir nêzî serketinê ye. Hevrêyên me Amargî, Zîn, Arjîn û Ozgur, parêzvanên bênavber ên xeta Fedaî bûn, bi helwêsta xwe ya li hemberî dijmin bûne nûnerên xeta Apoyî û bi têkoşîna xwe ruh dane xeta berxwedanê ya ji Metîna heta Avaşînê.
Em soz didin ku em ê berxwedana ku van hevrêyên qehreman dewrî me kiriye, ku li qada şer sekna xwe ya fedaî nîşan didin û bê dudilî bi ser dijmin de dimeşin, bi hişmendiya layiqê wan mezin bikin. Em sersaxiyê ji gelê xwe yê welatparêz ê Kurdistanê re, ji malbatên hêja yên hevrêyên me Amargî, Zîn, Arjîn û Ozgur re dixwazin.”
Nasnameya her çar şehîdan weke li jêr hat eşkerekirin:
* Amargî Şervan Egîd (Bûşra Muhammed) a li Tirbespiyê ji dayik bûye, keça Ceyda û Abid, 31´ê Gulana 2022´yan li Zapê şehîd bû.
* Zîn Doga (Nur Hisên Silêman) a li Qamîşloyê ji dayik bûye, keça Resmiya û Hisên, 29´ê Gulana 2022´yan li Zapê şehîd bû.
* Arjîn Êrîş Eruh (Burcu Durmuş) a li Mêrsînê (malbat ji Dihê ye) ji dayik bûye, keça Kiymet û Kerîm, 18´ê Tebaxa 2022´yan li Metînayê şehîd bû.
* Ozgur Dîcle (Hasan Biter) ê li Şirnexê ji dayik bûye, kurê Zeynep û Suleyman, 18´ê Tebaxa 2022´yan li Metînayê şehîd bû.
BEHDÎNAN