4 Efrîniyên din revadin

Sêşem 8 Mijdar 2022 - 02:37

Çavkaniyên ji kantona Efrînê ya dagirkirî, ragihandin ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker 4 welatî bi hincetên bêbingeh revandine.

Çeteyên "Polêsên Leşkerî" yên ser bi artêşa Tirk a dagirker, welatiyê bi navê Farûq Ebdo Mihemed ê ji gundê Emara yê navçeya Mabeta revand.

Li gorî çavkaniyan, çeteyan welatiyê revandî biriye navenda navçeya Mabeta û ji bo serbestberdana wî fîdye ji malbata wî xwestine.

Çeteyan her wiha welatiyê bi navê Reşîd Ekaş ê ji gundê Dêr Siwan ê navçeya Şera revandiye.

Li navçeya Cindirêsê jî çeteyên "Polêsên Sivîl" rasterast bi fermana MÎT’a Tirk tevdigerin, welatiyên bi navên Zuhêr Bêrqdar Bekir (sala 1987'an li Efrînê ji dayik bûye) û Xelef Cuma El Ehmed (sala 1988'an li gundê Merwaniyê ji dayîk bûye) bi hicetên bêbingeh revandine.

ANHA/ŞEHBA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2023 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.