365 çete hatine kuştin

Pêncşem 16 Çile 2025 - 03:35

Tevî ku artêşa dagirker û çeteyên wê çekên giran, balafirên şer û ên bêmirov bi kar tînin jî, lê nikarî li hember berxwedana şervanên QSD’ê bi pêş ve biçin. Li gorî daneyên dawî, hejmara çeteyên ku hatine kuştin, gihaştiye 365 ku piraniya wan li rojavayê bendava Tirşrînê hatine kuştin. Her wiha hejmarek ji wan li nêzî pira Qereqozaqê û li Tiltemir û Eyn Îsayê hatine kuştin. QSD’ê ragihand ku wan 3 balafirên bêmirov yên Bayraktar TB-2 li nêzî Pira Qereqozaqê û yeke bêmirov a Anka li gundewarên Til Temirê û yek jî ya Aksungur li gundewarên Dirbêsiyê xistine.

81 şervan şehîd bûn

QSD’ê her wiha ragihand ku heta 15 Çileyê di berxwedana dîrokî ya li bendava Tişrîn û Pira Qereqozaqê de, 81 şervanên QSD`ê şehîd bûne.

2 Rojnamevan 49 sivîl şehîd bûn

Êrişên dagirkeriya Tirk ên zêdetirî mehekê ye dewam dikin, bûn sedema ku di 2 komkujiyên cuda de li navçeya Eyn Îsa û bi taybet gundên El Musterîha û Sifeyan ku di 8 û 10’ê Kanûna sala borî de pêk hatin, 20 sivîlan jiyana xwe ji dest da.

Kombûna Jinan a Zenûbiya ragihand ku di 8’ê Kanûnê de 3 endamên wan li Minbicê bi destê çeteyên dewleta Tirk a dagirker şehîd bûne.

Di 11’ê Kanûnê de li ser Pira Qereqozaqê di encama gulebarana rasterast a çeteyan a li ser sivîlan de jineke bitemen jiyana xwe ji dest da. Di heman rojê de ambulansa Nexweşxaneya Kobanê hate bombebarankirin, di encamê de ajokar û birîndarekî di ambulansê de bû şehîd bûn.

Di encama topbarana artêşa Tirk a li ser gundê Ceada de 2 zarokan jiyana xwe jidest da. Di topbaraneke din de jî ku di 12’ê Kanûnê pêk hat, dayikek û zarokekî jiyana xwe ji dest da.

Di 13’ê Kanûnê de çeteyên dewleta Tirk a dagirker xwediyê xwaringeha El Şehbender a Minbicê kuştin.

Nûçegihan Cîhan Bilgîn û rojnamevan Nazim Daştan di 19’ê Kanûnê de li ser rêya di navbera Sirîn û bendava Tişrînê ya li başûrê Kobanê de di êrişa balafireke bêmirov de şehîd bûn.

Di 27ê Kanûnê de çeteyan êrişî Şaredariya Gel a bajarokê Tişrîn ê kantona Reqayê kirin û parêzvanê wê Mehmûd Muslim kuştin.

Di 31’ê Kanûnê de leşkerên artêşa Tirk a dagirker ên gundê Qeremox ê gundewarên rojhilatê Kobanê bi guleyan hedef girtin û di encamê de ciwanê bi navê Mihemed Nasan Seîd birîndar bû.

Di 8’ê Kanûnê de dema karwanê sivîlan ji bo parastinê çû bendava Tişrînê, dagirkeriya Tirk li dijî gel komkujiyek pêk anî û di encamê de 5 sivîl şehîd bûn û 15 sivîl jî birîndar bûn.

Di êrişa balafirên şer ên artêşa Tirk a li ser maleke li gundê Mesreb ê bajarê Sirînê yê başûrê Kobanê ya di 10’ê Çileyê de, ji heman malbatê 4 kes hatin kuştin û 4 jî birîndar bûn.

Di 10’ê Çileyê de, Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku di encama êrişa balafirên bêmirov ên dewleta Tirk a li ser bejahiya Dêrikê de 2 sivîlan jiyana xwe ji dest daye û sivîlek jî birîndar bûye.

ANHA/NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.