33 salê bêrawestan

Şemî 31 Tebax 2024 - 03:15

  • HPG: Ewladê leheng û bijarte yê xelkê me yê Çewlîkê, milîtanê fedaî yê partiya me PKK'ê, fermandarê wêrek ê xeta Apoyî û endamê Konseya Fermandariyê ya HPG'ê hevrêyê me Orhan Cîhat Bîngol, di 6'ê Hezîrana 2024'an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê di êrîşeke dijmin de şehîd bû.

HPG’ê nasnameya Endamê Konseya Fermandariya HPG’ê Orhan Cîhat Bîngol ku di 6’ê Hezîrana 2024’an de şehîd bû eşkere kir.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi vî rengî ye:"Ewladê leheng û bijarte yê xelkê me yê Çewlîkê, milîtanê fedaî yê partiya me PKK'ê, fermandarê wêrek ê xeta Apoyî û endamê Konseya Fermandariyê ya HPG'ê hevrêyê me Orhan Cîhat Bîngol, di 6'ê Hezîrana 2024'an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê di êrîşeke dijmin de şehîd bû.

Hevrêyê me Orhan şoreşgerekî mînak bû ku emrê xwe û canê xwe da têkoşîna azadiyê ya gelê me, 33 salan li her bihosta xaka Kurdistanê bênavber li ber xwe da. Bi bawerî, cidiyet, biryardariyeke mezin, bi dîsîplîneke bilind, bi coş û kelecana xwe ya bêdawî têkoşiya. Çiyayên bedew û serbilind ên welatê me veguherand dergeha berxwedanê û 33 salan bênavber têkoşiya. Ji şervaniya ARGK'ê heta bi fermandariya manga, tîm, yekîne, herêm, eyalet û qadê di nava artêşa me ya gerîla de di her astê de wezîfe kir. Bi sedan, bi hezaran hevrê bi eşqê perwerde kir û tecrûbeyên xwe yên kûr ji wan re ragihand. Weke fermandarekî derwêşane ku ji hevrêyên xwe re dibû hevrê, pêwîstiyên têkoşîna me li ku derê hebû li wir bû û wezîfeyên şoreşgerî yên demê hilda ser milê xwe. Hevrê Orhan di 33 salên jiyana xwe ya şoreşgerî de qet nesekinî, bi ruhê ciwantiyê yê PKK'ê heta roja şehadetê têkoşiya. Di şexsê hevrê Orhan de em soz didin ku tola şehîdên xwe hemûyan hilînin, armancên wan pêk bînin û meşa xwe ya Rêbertiyê Azad Kurdistana Azad bi ser bixînin. Li ser vê bingehê bila serê malbata gelekî hêja ya hevrê Orhan, xelkê me yê Çewlîkê yê welatparêz û tevahiya gelê Kurdistanê sax be. 

Li eniyên herî pêş şer kir

Hevrêyê me Orhan sala 1960'î li gundê Hop ê li navçeya Xorxol a Çewlîkê jidayîk bû. Hevrê Orhan bi hişmendiyeke dîrokî û çandî ya girîng mezin bû ku ev yek jî bû sedem ku êşa gelê xwe di dilê xwe de hîs bike. Hevrê Orhan ku li dibistanê xwendekarekî serketî bû, mafê xwendina zanîngehê bi dest xist. Piştî ku îdeolojiya Apoyî nas kir û fêhm kir ku jiyan êdî bi sîstemê re nabe. Li ser vê bingehê têkilî bi Apoyiyan re danî û êdî weke Apoyiyekî tevlî nava têkoşîna azadiyê ya PKK'ê bû. Hevrê Orhan tevlî ku li zanîngehê dixwend, zewicî û xwedî zarok bû, ji bo azadiya gelê Kurd û welatê xwe Kurdistanê berdêl da ber çavên xwe û sala 1992'an ji Çewlîkê tevlî nava refên gerîla bû. Salên 1992, 1993, 1994 û 1995'an ew sal bûn ku dewleta Tirk a qirker mêtinger destûr û piştgirî ji hêzên navneteweyî û dewletên hegemon ên modernîteya kapîtalîst wergirt û bi gotina 'Ya wê biqede, ya wê biqede' bi xwînxwarî êrişî gelê Kurd kir. Hevrê Orhan jî di van salên ji şerê giran de li Botan û Behdînanê li eniya şer li refên herî pêş şer kir. Hevrê Orhan di nava şert û mercên şer de bû xwedî tecrûbeyên mezin, ji aliyê îdeolojîk ve ji bo xwe temam bike, bibe şoreşgerekî hîn şareza û rastiya Rêber Apo bi kûrahî nas bike gelekî xwest biçe qada Rêbertî. Di 18'ê Gulana 1995'an de di salvegera şehadeta hevrê Hakî Karer de bi merasîmeke li çiyê ber bi Rêber Apo bi rê ket ku hevrêyê herî mezin ê Hakî Karer û şehîdan e. Hevrê Orhan bi perwerdeya Rêbertî xwe nas kir, hîn baştir xwe fêhm kir, hebûna Kurdan hîs kir û hewl da dûrketina ji rastiya xwe ya ji ber xisarên sîstema kapîtalîst di kesayetiya wî de afirand, ji holê rake. Hevrê Orhan ku bi xurtî bi Rêber Apo û bîrdoziya wî ve girêdayî bû, ne tenê bi hestan, her wiha li ser bingeha hişmendiyeke xurt tevlî têkoşînê bû.

Dilsozekî xurt ê Rêbertiyê bû

Hevrê Orhan ku ji Rêber Apo û dersên partiyê hêz û moraleke mezin wergirt, bi rengekî ku ji wezîfeyên şoreşgerî yê demê re amade di sala 1996'an de di asta fermandariya yekîneyê de derbasî eyaleta Erzîromê bû. Dema ku di asta fermandariya yekîne û herêmê de wezîfe dikir hem li dijî êrişên dijmin ê qirker ê li ser Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê, hem jî li dijî kesayet û feraseta çetetî-tasfiyekar a li hundirîn ku hewl dida Partiya me têk bibe, helwest nîşan da. Hevrêyê me ku piştî sala 2000’î derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû, cihê xwe di nava Komîteya Parastina Rewa de girt û her wiha erkên weke fermandariya eyaletê, akademî û herêman girt ser milên xwe. Hevrê Orhan ku bi sekna xwe ya derwêşane weke abîdeyeke milîtaniya Apoyî ye, biryardarî û coşa xwe ti carî winda nekir. Hevrêyê me Orhan tevî ku bav bû û temenê wî mezin bû ku di salên piştre de jî bû bapîr, têkoşîna xwe bi rengekî pir xurt û pir zindî domand. Di raporeke ku ji rêveberên Partiyê re nivîsî bû de wiha gotibû:“Di pêvajoyên borî de, tevlîbûneke bê hesab min jixwe re esas girt û min hewl da vê erkê pêk bînim. Em di pêvajoyeke hesas re derbas dibin ev yek teqez e. Bi taybetî tecrîd û pêkanînên li ser Rêber Apo tên kirin, êdî asta tehemûla mirovan derbas dike. Li dijî hemû destketî û hebûna me, êrîşên qirkirinê tên pêkanîn. Li dijî wê derketin û vala derxistin erka me ye.’ Fermandar hevrê Orhan ê ku 33 sal bê rawestan û bê nefes têkoşîna azadiyê meşand, di êrîşa dijmin de ku 6'ê Hezîrana 2024'an pêk hat gihîşt şehadetê. Em soz didin ku em ê hewl bidin cihê hevrê Orhan dagirin, armanca wî teqez pêk bînin, ala têkoşînê ya ku dewrî me kiriye bilind bikin, xeyalên wî bi taybetî ya azadkirina Rêber Apo di aliyê fîzîkî de pêk bînin."

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyê me Orhan Cîhat Bîngol bi vî rengî ne:

Orhan Cîhat Bîngol (Alî Dînçer), li Çewligê jidayîk bûye, 6’ê Hezîrana 2024’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.