Di 17 Tîrmeha 2019’an de li dijî rêveberê MÎT’a Tirk Osman Kose kete ber êrişeke ji bo xweparastina rewa. Di êrişê de Kose û welatiyê Iraqê Nerîman Osman û welatiyê ji Hewlêrê Beşdar Ramazan hatin kuştin. Mazlûm Dag û Abdurahman Er bi îdîaya ev êriş kirine, hatibûn girtin. Dag û Er niha li Girtîgeha Hewlêrê tên ragirtin.
Ji roja ku ew xistin girtîgeha Hewlêrê û vir ve binpêkirina mafên wan timî dikeve rojevê. Mazlûm Dag û Abdûrrahman Er herî dawî ji ber zexta lixwekirina cilên bi yek tîpî di 18’ê Gulanê de ketin greva birçîbûnê. Çalakiya Dag û Er di roja 33’yan de didome.
Hêjayî gotinêye ku Dag û Er li dijî kiryarên xerab û êşkenceyê di 28’ê Îlona 2022’yan de dest bi greva birçîbûnê kiribûn û ji ber ku daxwazên wan wê demê hatibû qebûlkirin, di roja 14’an a grevê de çalakî bi dawî kiribûn.
Herdu girtî di 13’ê Sibata 2022’yan de jî li hemberî binpêkirina mafan ketibûn rojiya mirinê. Piştî ku soz hate dayîn ku dawî wê li binpêkirinan bê anîn, çalakî di roja 9’an de bi dawî bûbû.
NAVENDA NÛÇEYAN