30 sal ceza lê birîn
Pêncşem 21 Cotmeh 2021 - 01:04
- Dadgeha Tirk 30 sal ceza da Berdevka Demê ya Tevgera Jina Azad (TJA) Ayşe Gokkan.
Dadgeha Tirk 30 sal ceza da Berdevka Demê ya Tevgera Jina Azad (TJA) Ayşe Gokkan.
Ayşe Gokkan li Dadgeha Cezayê Giran a 9’an a Amedê bi îdîaya ‘rêvebera rêxistinê’ û ‘endama rêxistinê’ hate darizandin.
Dadgeha Tirk 30 sal ceza li Gokkan birî.
Gokkan 28’ê Sibatê hate girtin. Gokkan ev 35 sal in têkoşîna jinan dide, heta niha bi kêmanî 8 caran bi îdîaya ‘endama rêxistinê’ ye hate darizandin, derheqê wê 200 lêpirsîn hate vekirin û bi dehan caran hate destgîrkirin.
AMED