• "Van lehengên Kurdistanê li ser xeta fedaîtiyê derbên giran li dagirkeran xistin. Em soz didin ku berxwedana wan bi serketinê tacîdar bikin."

HPG'ê nasnameya 3 şehîdên herêma Metînayê eşkere kir û got, "Van lehengên Kurdistanê li ser xeta fedaîtiyê derbên giran li dagirkeran xistin. Em soz didin ku berxwedana wan bi serketinê tacîdar bikin."

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê got, "Artêşa Tirk a dagirker di êrişa xwe ya dagirkeriyê ya li dijî Başûrê Kurdistanê de, xitimî ye. Ji ber wê, wê êrişa dagirkeriyê ber bi herêma Metînayê ve befireh kiriye. Hêzên me li dijî artêşa dagirker berxwedana xwe ya dîrokî dewam dikin. Ji pêşengên vê berxwedana destanî hevrêyên me Rojhat, Alî û Bahoz bi çalakiyên xwe rêbaza şerê tîmên bi tevger bi rengekî serketî bi cih anîn, 5'ê Tîrmeha 2022’yan bi lehengî şer kirin û şehîd bûn. Van ewladên leheng ên Kurdistanê bi berxwedana li ser xeta fedaîtiyê derb li dagirkeran xistin. Em soz didin ku berxwedana wan bi serketinê tacîdar bikin û sersaxiyê ji malbatên wan ên hêja, gelê me yê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin.”

Nasnameyên gerîlayên şehîd wisa ye:

* Rojhat Kurdistan (Ferhat Otgen) ê li Edenê ji dayik bûye (malbata wî ji Mêrdînê ye), kurê Hamdiye û Nîmet, 5'ê Tîrmeha 2022´yan li Metînayê şehîd bû.

* Alî Tolhildan (Metîn Karaboga) ê Dîlokê ji dayik bûye, kurê Esmer û Resûl, 5'ê Tîrmeha 2022´yan li Metînayê şehîd bû.

* Bahoz Bagok (Ferhat Demîrtaş) ê li Mêrdînê ji dayik bûye, kurê Hanîme û Aslan,, 5'ê Tîrmeha 2022´yan li Metînayê şehîd bû.

BEHDÎNAN