3 û 4’ê Hezîranê Dêrsim li Frankfurtê ye

Nûçeyên Çand/Huner

În 20 Gulan 2022 - 22:24

  • Festîvala Çandê ya Dersimê, wê di navbera 3 û 4’ê Hezîranê de li bajarê Elmanyayê Frankfurtê bê lidarxistin. 

Festîvala Çandê ya Dersimê, wê di navbera 3 û 4’ê Hezîranê de li bajarê Elmanyayê Frankfurtê bê lidarxistin. Festîval wê li meydana Rebstockparkê be. Festîval bi pêşengiya Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA) pêk tê, Federasyona Yekîtiya Demokratîk a Dêrsimê ya Ewrûpayê (ADEF) û Kongreya Avakirina Dêrsimê (DÎK) jî cihê xwe di organîzekirinê de digirin. Saziyên çandî, olî, akademîk û herêmî piştgiriyê didin Festîvala Çandê ya Dêrsimê.

Ji ber ku sala 2022'an 100'emîn salvegera Qirkirina Koçgiriyê ye, festîval wê diyarî kesên li Koçgiriyê hatin qetilkirin, bê kirin.

Festîval di 3’ê Hezîranê de roja Înê bi panela “Qirkirin dewam dike” dest pê dike. Ayten Şîmşîr dê moderator be.

Di çarçoveya festîvalê de ji bo nivîskar û xwendevanan kon wê bên danîn. Di festîvalê de pêşangeheke hunerî û çalakiyên ji bo zarokan jî wê bên lidarxistin.

Piştgirên festîvalê jî ev in: 

Navenda Çandê ya Koçgiriyê ya Ewrûpayê 

Înîsiyatîfa Gel a Kurecîkê ya Ewrûpayê 

Federasyona Komeleyên Demokratîk a Mereşê 

Federasyona Karkerên Tirkiyeyê yên Ewrûpayê 

Komeleya Kareliyan a Ewrûpayê 

Dergaha Elewiyan a Hochtaunus 

Komeleya Kurmeş 

Komeleya Çandê ya Kizilirmakê 

Komeleya Gimgimiyan 

Yekitiya Malbatên ji Kurdistanê li Elmanyayê-Yekmal 

Komeleya Pulurê 

Dêrsimspor Russelsheim  

Federasyona Komeleyên Karkerên Demokratîk 

Penaberên Kurdên Anatoliya Navîn 

Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Ewrûpayê.

Festîval dê li meydana 'Rebstockpark' bê lidarxistin û navnîşana wê jî li jêr e:

Am Romerhof 9, 60486 Frankfurt am Main 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.