- Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) bi civîneke çapemeniyê navê her 3 helbestvanên ku di Pêşbirka Helbesta Kurdî ya Ciwanan a 2022`yan de bi ser ketine, eşkere kir.
Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) bi civîneke çapemeniyê navê her 3 helbestvanên ku di Pêşbirka Helbesta Kurdî ya Ciwanan a 2022`yan de bi ser ketine, eşkere kir. Di civîna çapemeniyê de endamê HRRK`ê tevî Komîteya Nirxandina Helbestan Lema Elî, Ednan Hesen, Stêr Çelo, Kemal Necim û Ehmedê Huseynî amade bûn.
Civîn li navenda HRRK`ê ya li Qamişloyê li dar ket. Endamê Komîteya Nirxandinê Stêrê Çelo daxuyanî da. Stêr Çelo got, di 1`ê Çileyê 2022`yan de, bi alîkariya Komeleya Janê Xelef a Xêrxwaziyê ya Brîtanyayê, HRRK´ê, cara duyemîn e ku Pêşbirka Helbesta Kurdî ya 2022`yan li dar dixe.
Stêr Çelo da zanîn ku îsal 33 ciwan bi rêya helbestan “xewn, êş, koçberî, qêrîna dayîkan û hestên kurdewarî rave kirine” û wiha peyivî:
“Helbesta asta yekem bi sernavê `Ger em vegeriyana` ya Aras Hiso ye. Helbesta duyemîn `Gava ez mirim` ya Xalîse Hesen e. Helbesta sêyemîn `Êvara bê te` ya Hêlîn Ebdulqadir e.”
Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin, “Em serketin û dewama afirandin, dahênan, gera li asoyên nû û teze û roj li pey rojê gurkirina hestên derbirîna Kurmancî û zeftkirina alavên rasteqîne yên xeyala Kurdî ji hemû beşdaran re dixwazin, hêvî dikin ku aliyên peywendîdar li ciwanên Kurd xwedî derkevin û hewldanên wan ên nivîsandinê binirxînin û piştgiriya wan bikin.”
ANHA/QAMIŞLO