• HPG'ê nasnameya 3 gerîlayên li Zê di êrişa hewayî de şehîd bûn eşkere kir

HPG'ê nasnameya 3 gerîlayên li Zê di êrişa hewayî de şehîd bûn eşkere kir û got, "Em soz didin ku em ê têkoşîna şehîdên xwe bi serketinê tacîdar bikin."
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê agahiyên li ser nasnameya 3 gerîlayên li Zê şehîd bûn eşkere kir. Li gorî daxuyaniyê, "13'ê Tebaxê li qada Kînyanîş a herêma Zê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê, di êrişa hewayî ya artêşa Tirk a dagirker de gerîla Xalid Hamedî bi nasnav Baz Rojhilat ê li Pencwînê ji dayik bûye û Serhat Tekîn bi nasnav Tolhildan Colemêrg ê li Colemêrgê ji dayik bûye, di êrişa balafirên artêşa tirk a dagirker de şehîd bûn.
11'ê Tebaxê jî li qada Cîlo ya Biçûk a Herêma Zê di encama êrişa hewayî ya artêşa Tirk a dagirker de gerîla Mehmet Alî Bahadir bi nasnav Karwan Halaç ê li Bedlîsê ji dayik bûyî şehîd bû.
Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me yên şehîd bûne em sersaxiyê ji tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û soz didin ku em ê têkoşîna şehîdên xwe bi serketinê tacîdar bikin."

ANF/BEHDÎNAN