3 şehîdên Xerzî
În 14 Çile 2022 - 22:33
- HPG’ê bi daxuyaniyek nivîskî 3 gerîlayên şehîd bi bîr anîn. HPG’ê got, “Hevrêyên me Agir, Botan û Îsmaîl bûn misogeriya siberojên bi rûmet û azad ên gelê me.”
HPG’ê bi daxuyaniyek nivîskî 3 gerîlayên şehîd bi bîr anîn. HPG’ê got, “Hevrêyên me Agir, Botan û Îsmaîl bûn misogeriya siberojên bi rûmet û azad ên gelê me.”
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê got, “10’ê Nîsana 2016’an li devera Xîzanê ya Bedlîsê di operasyona artêşa Tirk a dagirker de hevrêyên me Agir û Botan dema ku dixwestin ji cihê operasyonê derkevin, mixabin ketin ber şeka çemî û şehîd bûn.
Çileyê 2017’an li Erziromê di encama êrişên artêşa Tirk a dagirker de hevrêyê me Îsmaîl şehîd bû. Em wî di salvegera şehadetê de bi bîr tînin.”
HPG´ê ji bo şehîd Agir Sozdar got, “Hevrêyê me Agir sala 2015’an berê xwe da çiyayên azad ên Kurdistanê. Li xaka xwe, li Xerzanê tevlî nava refên gerîla bû, ji roja pêşî ve zû hînî jiyan û şerê gerîla bû.”
HPG´ê ji bo şehîd Botan Xerzan jî got, “Hevrêyê me Botan li Bedlîsê ji dayik bû û lê mezin bû. Sala 2015’an tevlî nava refên gerîla bû. Li nava refên PKK’ê ku di dîroka mirovahiyê de kêm caran tê dîtin, bi giraniya beşdariya li nava têkoşîneke bi vî rengî, kesayetiya xwe ava kir. Çeka hevrêyê me Botan li erdê nema û kekê wî çeka wî hilda.”
HPG´ê ji bo şehîd Îsmaîl Perî jî got, “Piştî ku kekê wî sala 2011’an tevlî nava refên gerîla bû, vê yekê pêşî li berxwedana pîroz a hevrêyê me Îsmaîl jî vekir. Li gel temenê xwe yê ciwan jî li xaka ku lê ji dayik bû, tevlî nava refên gerîla bû, heta kêliya dawî li dijî dewleta Tirk a mêtinger bi hêrseke mezin şer kir. Hevrêyê me Îsmaîl wê timî di têkoşîna me de rêya me ronî bike.”
HPG´ê sersaxî ji malbatên şehîd Agir, Botan û Îsmaîl û tevahiya miletê welatparêz ê Bedlîsê û Kurdistanê re xwest.
Nasnameya şehîdan jî wiha hat eşkerekirin:
- Agir Sozdar (Yetîş Top) ê li Bedlîsê ji dayik bûye, kurê Salîha û Aydin, 10’ê Nîsana 2016 li Xerza şehîd bû.
- Botan Garzan (Bariş Tabak) ê li Bedlîsê ji dayik bûye, kurê Makbûle û Veysî, 10’ê Nîsana 2016 li Xerza şehîd bû.
- Îsmaîl Perî (Mûrat Bozkaya) yê li Bedlîsê ji dayik bûye, Çileyê 2017´an li Erziromê şehîd bûye.
BEHDÎNAN