3 şehîdên Xakurkê

Pêncşem 17 Îlon 2020 - 23:00

HPG’ê nasnameya 3 gerîlayên eşkere kir. Her sê gerîla 11’ê Îlonê li Xakurkê şehîd bûbûn. HPG’ê got, “Hevrêyên me wekî tîmsalên helwesta milîtan a xwebexş tevlî nava karwanên nemiran bûne.”
Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê wisa ye:
“11’ê Îlonê artêşa Tirk a dagirker li dijî qada Ermûş a Xakurkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê êrIşeke hewayî kir. Di êrişê de hevrêyên me Bariş Can bi nasnav Amed Pasûr ê li Edeneyê ji dayik bûyî, Nevzat Orhan bi nasnav Berxwedan Şervan ê li Wanê ji dayik bûyî û Fesîh Karakaya bi nasnav Helgurt Siyabend ê li Mûşê ji dayik bûyî, şehdî bûn.
Malbatên hêja yên hevrêyên me yên şehîd di serî de, em sersaxiyê ji gelê Kurdistanê hemûyî re dixwazin û em soza xwe dubare dikin ku em ê bi ruhê tolhildanê xwedî li bîranînên şehîdan derkevin û îdealên wan ên azadiyê pêk bînin.”

ANF/BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.