- HPG'ê nasnameya 3 gerîlayên 30'ê Tîrmehê li Gabarê şehîd bûn eşkere kir û diyar kir, "Hevrêyên me Brûsk, Botan û Rohat bi berxwedana xwe ya destanî perspektîfa têkoşînê ji me re hiştin."
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser mijarê daxuyaniyek weşand.
Daxuyanî wiha ye:
"Di daxuyaniya xwe ya 9'ê Tbaxê de me ragihandibû ku li herêma Çiyayê Gabarê ya Şirnexê di tevgera dagirkeriyê ya li qada gundê Banê de 3 hevalên me şehîd bûne.
Hevalên me Vedat Goktaş bi nasnav Botan Cûdî yê li Şirnexê ji dayik bûye, Seyîdhan Acay bi nasnav Brûsk Reşîd ê li Mêrdînê ji dayik bûye û Muhammed Cuma bi nasnav Rohat Kobanê yê li Kobanê ji dayik bûye, li Gabarê şehîd bûne.
Hevrêyên me ku li her qadê hewl dan pêwîstiyên milîtaniya Apoyî bi cih bînin, li dijî êrişên DAÎŞ'ê ku dijminê mirovahiyê ye, li Kerkûk û Mexmûrê bi berxwedan û îradeya xwe ya xurt cihê xwe di dilê gelê Kurd û gelên herêmê de girtin. Hevrêyên me Brûsk, Botan û Rohat di vê demê de ku êrişên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker zêde bûne, li eniya herî pêş cih girtin û derbên mezin li dagirkeran xistin.
Di serî de malbatên hêja yên şehîdên me yên leheng em sersaxiyê ji tevahiya gelên Kurdistanê yên welatparêz re dixwazin û soz didin ku em ê ala têkoşînê heta serketinê bi berxwedanê bidomînin."
ANF/BEHDÎNAN