HPG'ê nasnameya 3 gerîlayên li herêmên Cûdî û Kato Jîrkayê şehîd bûn eşkere kir.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ya li ser mijarê got, "14-18'ê Tebaxê li herêmên Cûdî û Kato Jîrkayê, ji ber bombardûmana dewleta Tirk a mêtinger hevrêyên me Helo, Jînda û Rojîn şehîd bûn. Her sê hevrêyên me di asta pêşengiyê de tevlî pêngavên şoreşgerî yên li herêma Botanê bûn û hewl dan ku erk û berpirsyariyên xwe yên şoreşgerî bi rengê herî baş bi cih bînin."
HPG´ê nasnameyên van şehîdan wiha eşkere kir:
- Helo Mahabadî (Mûhammed Alîzade) yê li Mehabadê ji dayik bûye, kurê Amî û Alî,14'ê Tebaxa 2021´ê li Cûdî şehîd bû
- Jînda Berat Cîhan (Nûrcan Çîntan) a li Wanê hatiye dinê, keça Ayşe û Omer, 18'ê Tebaxa 2021'ê li Kato Jîrka şehîd bû
- Rojîn Amed (Fîdan Kûtpinar): a li Wanê hatiye dinê, keça Hediye û Kulî, 18'ê Tebaxa 2021'ê li Kato Jîrka şehîd bû
Em ê serketinê misoger bikin
HPG´ê got, "Hevrêyê me Helo 2010'an tevlî nava refên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bû, ruhê yekîtiya neteweyî di asta herî bilind de temsîl kir û bi rengekî bênavber têkoşiya. Hevrêyê me Helo ku xeta fermandarê me yê nemir Egîd di jiyana xwe ya gerîlatiyê de xiste meriyetê, tevlî gelek çalakiyan bû û derbên giran li dewleta Tirk a dagirker xistin û bû milîtanekî mînak ê xeta serketinê.
Hevrêya me Jînda tevlî nava refên gerîla bû û pê re di temenê xwe yê ciwantiyê de ji bo azadiya gelê xwe dest bi têkoşîna şoreşgerî kir. Bi kesayetiya xwe ya kedkar a rûken di nava hevrêyên xwe de bû cihê hurmetê, tecrûbeyên xwe bi hevrêyên xwe re parve dikirin, zû bû fermandarek û li gorî pêwîstiyên dema nû xwe zû bi pêş xist, di demeke kurt de jî bû xwedî tecrûbeya gerîlatiyeke xurt. Herî dawî li herêma Botanê di şerê mezin ê li dijî dagirkeran de bi erka pêşengiyê rabû.
Hevrêya me Rojîn li dijî êrişên mêtingeran ên li dijî gelê me tevlî nava refên gerîla bû. Hevrêya me, ruhê berxwedêriya jinê ya Kurdistanê bi Xeta Azadiyê ya Jinê re kir yek û bi enerjiyeke mezin bênavber têkoşiya, bû yek ji pêşengên têkoşîna me ya xeta serketinê. Hevrêya me Rojîn bi dilsoziya xwe ya mezin a bi Rêbertî û hevrêyên xwe dihate naskirin, di pratîkê de jî sekneke mînak nîşan da.
Hevrêyên me Helo, Jînda û Rojîn li dijî êrişên dewleta Tirk a qirker ên ji bo tesfiyekirina tevgera me ya li Botanê bi rengê fedayî berxwedaneke destanî nîşan dan, xweziyên mêtingeran di ber wan de hiştin. Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me Helo, Jînda û Rojîn, em sersaxiyê ji tevahiya gelê me yê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û soza xwe dubare dikin ku em ê serketinê teqez misoger bikin ku ev yek hêviya şehîdên me bû."
BEHDÎNAN