HPG'ê nasnameya 3 gerîlayên li Botanê şehîd bûn, eşkere kir û sersaxî ji malbatên şehîd Şervan, Dilxwaz û Ronî, û gelê Kurdistanê yê welatparêz re xwest.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi daxuyaniyekê nasnameya 3 gerîlayên li Botanê şehîd bûne, eşkere kir. HPG´ê got, "Mehên Nîsan û Gulanê li Kela Memê di operasyonên artêşa Tirk a dagirker de di navbera dagirkeran û hêzên me de şer qewimî. Di encama destwerdana xurt a hêzên me de gelek dagirker hatin cezakirin, gelek jî birîndar bûn. Artêşa Tirk a dagirker ku li pêşberî têkoşîna destanî ya hevrêyên me bêencam ma, bi qedemeyekê ji qada operasyonê vekişiya. Piştre jî bombardûmaneke giran li herêmê kir. Di encamê de hevrêyên me Şervan, Dilxwaz û Ronî şehîd bûn."
HPG´ê nasnameyên şehîdan wiha eşkere kirin:
* Şervan Egîd (Hatîp Kiliç) ê li Mûşê ji dayik bûye, kurê Emîne û Resûl, 19'ê Gulana 2021'ê li Botanê şehîd bû
* Dilxwaz Bîngol (Huşmend Adak) yê li Hewramanê ji dayik bûye, kurê Mîna û Abît, 19'ê Gulana 2021'ê li Botanê şehîd bû
* Ronî Çiyager (Adnan Dogan) ê li Mêrdînê ji dayik bûye, kurê Zumrut û Abdurrahman, 19'ê Gulana 2021'ê li Botanê şehîd bû
Şervan, Dilxwaz û Ronî
HPG´ê ji bo Şehîd Şervan Egîd got, ew ji Gimgimê ye û ji bo bersivê bide êrişên li dijî destketiyên li rojava, tevlî nava refên Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê bûye. HPG´ê wiha dewam kir: "Piştî ku demeke dirêj di nava Şoreşa Rojava de wezîfeyên şoreşgerî bi cih anîn, ji bo li dijî dijminê sereke yê gelê me li dijî dewleta Tirk a mêtinger şer bike, berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Qada destpêkê ya ku hevrêyê me Şervan lê gerîlatî kir, qada Botanê bû. Di çarçoveya milîtaniya Apoyî her tim li refên herî pêş bû û bi awayekî çalak tevlî gelek çalakiyan bû ji bo derbên giran li dijmin bixe. Bi samîmiyet û dilgermiya xwe ya di hevrêtiyê de bû yek ji milîtanên nayê jibîrkirin ê Botanê."
HPG´ê ji bo Şehîd Dilxwaz Bîngol jî got, ew li Hewremanê li Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bûye û bi hevalên xwe re tevlî nav refên gerîla bûye. HPG´ê di dewamê de got, "Ji ber ku kesayetiya wî li hînbûnê vekirî bû, di demeke kurt de hînî Kurmancî bû. Hevrê Dilxwaz ji bo qadên nû bibîne, li parçeyên din ên Kurdistanê xelkê me nas bike, gelekî bi daxwaz bû. Bi vê armancê çû qada Botanê, ji bo tevahiya potansiyela xwe li têkoşîna azadiyê ya xelkê me xerc bike, gelekî hewl da."
HPG´ê ji bo Şehîd Ronî Çiyager jî got, "Di pêvajoya Berxwedana Xwerêveberiyê de li dijî komkujiyên ku dewleta Tirk a dagirker li hemberî gelê me kir, berê xwe da çiyayên azad ên Kurdistanê. Hevrêyê me Ronî li qada Botanê tevlî nava refên gerîla bû, pratîka xwe ya gerîlatiyê jî li vê derê dewam kir."
BEHDÎNAN