• Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê sê gerîlayên di Adara 2017’an de li Botanê şehîd bûbûn, agahî dan.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê sê gerîlayên di Adara 2017’an de li Botanê şehîd bûbûn, agahî dan.

HPG´ê ji bo Rênas Mehabad got, "Hevrê Rênas li bajarê Kotolê yê Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bûye. Sala 1999’an, dema ku li hemberî Rêbertiya me komplo hate kirin, dixwaze tevlî nav refên gerîlayan bibe. Lê wê demê ji ber ku temenê wî piçûk e, destûr nayê dayîn. Ew sala 2001’ê dibe gerîla. Ew li qada Xinêrê hînî gerîlatî û jiyana PKK’ê dibe. Sala 2003’an berê xwe dide Bakurê Kurdistanê dikeve ser rêya hesappirsîna ji dagirkeran. Li Kato û Elkê ya Botanê salekê ma û 2004 û 2005’an diçe devera Garisan. Dawiya sala 2005’an di şerekî de birîndar dibe. Piştî dermankirinê, li Akademiya Mahsûm Korkmaz pratîka xwe ya gerîlatiyê dinirxîne û wekî fermandar mezûn dibe. Sala 2007’an dîsa diçe Botanê û li Garisa 3 salan têdikoşe. Ew ji gelek kemîn û êrişên dijmin rizgar dibe, pêşengtiyê ji her çalakiyê re dike û derbên giran li dijmin dixe. Sala 2009’an di şer de birîndar dibe û diçe Bestayê. Piştî ku derman dibe li devera Şehrîban a Bestayê dibe fermandarê tîmê. Li Besta 4 salan têdikoşe. Salên 2011-2012’an di Şerê Gel ê Şoreşgerî de tevlî nav pêngavan dibe. Sala 2014’an dibe Fermandarê Herêma Garisa û heta sala 2016’an li Garisa û Herekolê fermandariyê dike û piştre li Besta dibe fermandarê herêmê. Di bihara 2017’an de di operasyoneke dijmin de li herêma Bestayê piştî şerekî qehremanî şehîd dibe. Heval Rênas wekî hevalekî me yê ku di milîtaniya Apoyî de xurt bûbû di fermandariyê de bûbû hoste, heta nefesa xwe ya dawîn li ser vê xetê têkoşiya. Em bang li ciwanên Kurdistanê dikin da ku çeka heval Rênas Mehabad li erdê nehêlin û tevlî nav refên gerîlayan bibin."

HPG´ê ji bo şehîd Koçer Baran got, "Hevrêyê me Koçer li navçeya Hezexê ya ser bi Şirnexê ji dayik bûye. Sala 2006'an tevlî serhildanên Bakurê Kurdistanê dibe. Dema serhildanan hêsîr ket, 6 mehan li zindanên dijmin ma. Piştî ku dijminê qirker sala 2009'an di rojbûna Rêbertiya me de êriş anî er gelê me û 2 welatparêzên me bi hovîtî qetil kirin, hevrêyê me Koçber tevlî nav refên gerîla dibe. Hevrêyê me Koçber ji hêla leşkerî ve bûye xwedî tecrûbeyeke mezin û gerîlayekî zîrek. Di gelek xebatên krîtîk de ku hewceyî berpirsyarî û fedakariya mezin in, cih girtiye û bi pratîka xwe ya serketî ya li nav van xebatan, bûye layiqî rêxistina me û pêbaweriya hevrêyê me. Hevrêyê me Koçber her dem armanc kir ku bibe fermandarekî mezin û ji bo vê bi şev û roj ked da, bi pratîka xwe ya li qada Botanê her roj nêzîktirî vê hedefa xwe bûye. Şehîdbûna hevrêyê me Koçber hêrsa me ya tolhildanê zêdetir kiriye."

Ji bo şehîd Rustem Cûdî jî HPG´ê got, "Hevrêyê me Rustem li Erziromê li nav malbateke welatparêz û xwedî şehîd çêbûye. Li ser banga seferberiyê ya Rêbertiya me ya sala 2014'an, tevlî nav refên gerîla dibe. Hevrêyê me li Xakurkê tevlî nav refan dibe, pêşî li vir perwerde dibe û di demeke kurt de hînî jiyana çiyayan û gerîla dibe. Sala 2014-2015'an hevrêyê me Rûstem li dijî faşîzma DAIŞ'ê li Şengalê li ber xwe da û li vir ji hêla leşkerî ve bûye xwedî tecrûbeyeke mezin. Wî xwe pêşniyaz kir da ku li Bakurê Kurdistanê têbikoşe û piştre çû Bakurê Kurdistanê. Di çalakiyên li Botanê de bi asta pêşengiyê beşdar dibe û derbên giran li dijmin dixe. Hevrêyê me Rûstem her demê wê rêbertiya serfiraziyê li me hevrêyan bike."

HPG´ê li ser nasnameya şehîdan jîev agahî parve kirin:

- Rênas Mehabad (Îsmaîl Saîdî) yê li Kotolê ji dayik bûye, kurê Sedîka û Muhîddîn, Adara 2017’an li Botanê şehîd bû. 

- Koçer Baran (Alî Erdal) ê li Şirnexê ji dayik bûye, kurê Fatim û Halîl, Adara 2017’an li Botanê şehîd bû.

- Rustem Cûdî (Reşat Ozmen) ê li Erziromê ji dayik bûye, Adara 2017’an li Botanê şehîd bû.

BEHDÎNAN