3 sal ceza li rêveberê bankeyê birrîn

Pêncşem 8 Kanûn 2022 - 02:21

Desteya Destpakî ya Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku Dadgeha Ceza ya Resafe ku dadgehek taybet a gendeliyê ye, 3 sal cezayê girtîgehê li rêveberê berê yê Bankeya Hevbeş ya Çandiniyê ya Iraqê, birrî. Hate gotin, ceza ji ber gendelî û bicihneanîna erkên rêveber li rêveberê berê yê bankeyê hatiye birîn.

Di dewama daxuyaniyê de tê gotin; “Piştî lêkolînan, derket holê ku vî rêveberî gendelî kiriye, li gorî madeya 331 ya ceza ya Iraqê 3 sal ceza lê hatiye birrîn.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.