Bi hinceta pişgirî daye serhldana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ cezayê 3 salan li melayek li Pîranşar ya Rojhilatê Kurdistanê, hate birrîn.
Li gorî medya Rojhilatê Kurdistanê, dadgeha Urmiyeyê, ji ber piştgirî daye serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ 3 sal cezayê girtîgehê li mela Îbrahîm Selîm birriye.
Mela Îbrahîm Selîm li mizgefteke Pîranşarê melatiyê dikir. Li gorî agahiyan di nava vê heftiyê de Mela Îbrahîm ji aliyê hêzên Îranê ve li Pîranşarê hatibû binçavkirin.
Li gorî daneyan di nava vê mehê de 4 melayên bi navê Silêman Ehmedî, Seîd Hemaleddîn, Şerîf Mihemed Pur û Yunis Newxa ji ber ku piştgirî dane serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ hatine dadgehkirin.
NAVENDA NÛÇEYAN