- HPG'ê nasnameya 3 gerîlayên sala 2020´an şehîd bûne, eşkere kir û got, "Em hevrêyên xwe bi rêzdarî bi bîr tînin û soza xwe dubare dikin ku em ê armancên wan bi ser bixin."
HPG'ê nasnameya 3 gerîlayên sala 2020´an şehîd bûne, eşkere kir û got, "Em hevrêyên xwe bi rêzdarî bi bîr tînin û soza xwe dubare dikin ku em ê armancên wan bi ser bixin."
HPG´ê ji bo şehîd Delîla Argeş got, “Hevrêya me Delîla sala 2009'an tevlî nava refên partiyê bû. Sala 2014'an dema ku hêzên faşîst qirker bi destê DAIŞ'ê êriş birin ser Şengalê, bû yek ji hêzên me yên destpêkê yên YJA Starê ku çû Şengalê. Sala 2017'an ji bo çûyîna Bakur xwe amade kir. Hevrêya me Delîla da ser şopa Nûda û Gulbaharan û ji bo li Gabarê gerîlatiyê bike, ber bi Bakur ve bi rê ket. 3 salan bi şervaniya bêhempa ya doza me ya bi rûmet li dijî êrişên dijwar ên dijmin bêrawestan wezîfe û berpirsyariyên xwe bi cih anîn.”
HPG´ê ji bo şehîd Mawa Tolhildan got, “Hevrêyê me Mawa ji herêma Torê ye. Hevrêyê me Mawa di ciwantiya xwe de tevlî nava karên ciwanan bû û bi roleke çalak rabû. Hevrêyê me Mawa piştî girtina gelek caran berê xwe da çiyayên azad ên Kurdistanê, tevlî nava refên gerîla bû. Di Berxwedana Xwerêveberiyê de bi roleke çalak rabû, di vê pêvajoyê de birîndar bû û dîl kete destê dewleta Tirk a faşîst. Piştre berê xwe da çiyayên azad û mîna di karên ciwanan de, li çiyayên azad û Berxwedana Xwerêveberiyê de bû xwedî sekneke welê ku derbên herî giran li dijmin bixe.”
HPG´ê hi bo şehîd Cesûr Rojhilat jî got, “Hevrêyê me Cesûr alternatîfa jiyana azad a ku lê digeriya, di felsefeya Rêber Apo de dît, ji ber vê yekê jî tevlî nava refên gerîla bû. Bi kûrbûneke bi vî rengî ya bi îdîa, tevlî nava jiyana gerîla bû. Bi tecrûbeyên di şer de bi ciwanî bû fermandarekî pêşeng.”
HPG´ê nasnameyên şehîdan jî eşkere kirin:
* Delîla Argeş (Pelda Încî) ya li Amedê ji dayik bûye, keça Nîlufer û Sedat, 15'ê Hezîrana 2020´an li Gabarê şehîd bû.
* Mawa Tolhildan (Hamza Yildirim) ê li Êlihê ji dayik bûye, kurê Mahfîze û Mehmet, 28'ê Hezîrana 2020´an li Kato Jîrka şehîd bû.
* Cesûr Rojhilat (Ferşît Îsazade) yê li Urmiyê ji dayik bûye, kurê Medîne - Xorşîd, 25'ê Gulana 2020´an li Xakurkê şehîd bû.
BEHDÎNAN