3 navend amade kirine

Nûçeyên Jiyan/Civak

Çarşem 2 Cotmeh 2024 - 00:56

Saziya Pembo ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê destnîşan kir ku ew ê tevahî berhema pembo ya herêmê ji cotkaran bikire. Armanc ji vê yekê pêşîgirtina li keysbaziya bazirganan e. Tê pêşbînîkirin ku hilberîna îsal wê ji 75 heta 100 hezar ton be.

Saziya Giştî ya Pembo ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku ew ê her tonek pembo bi 600 dolarên Emerîkî ji cotkaran bikire. Ev biha piştî rêzecivînên bi Meclisa Rêveber a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Desteya Çandinî û Avdanê ya Rêveberiya Xweser re hat diyarkirin. Di rêzecivînan de girîngî hat dayîn ku bihayê kirîna pembo li gorî lêçûna çandinê guncaw be û qezencek baş ji cotkaran re were hiştin.

Saziyê her wiha ragihand ku ew ê ji roja sêşemê (1'ê Cotmehê) li hersê navendên xwe yên herêmê dest bi wergirtina berhema pembo bike. Hevserokê saziyê Mustefa Îbrahîm diyar kir ku ew navend wiha ne: Navenda Mehlecê ya Hesekê, navenda Pembo ya Reqayê û navenda Dêrazorê. Îbrahîm da zanîn ku ew hersê navend têrê dikin ku tevahî berhemê wergirin û tê texmînkirin ku hilberîna îsal ji 75 heta 100 hezar ton be. Îbrahîm der barê mekanîzmaya bikaranîna berhema wergirtî de diyar kir ku pêşî pembo wê ji bo mehleca Hesekê were şandin û li wir were vepincirandin. Piştre pêdiviyên kargeha tekstîlê were veqetandin û berhema mayî jî bi rêya Rêveberiya Xweser ji bo sûkên derve were derxistin.

ANHA/HINAR ÎBRAHÎM

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.