- Ji bo PKK ji “Lîsteya Rêxistinên Terorê” bê derxistin, Înîsiyatîfa ji Kurdan re Edaleta Navneteweyî 3 milyon îmze dan Komîsyona Ewrûpayê. Yoksel Koç di daxiuyaniya çapemeniyê de got, ew ê ji bo ku qedexekirina PKK´ê betal bibe heta dawiyê têbikoşin.
Bi pêşengiya Înîsiyatîfa ji Kurdan re Edaleta Navneteweyî bêhtirî 3 milyon îmzeyî hatin berhevkirin. Doh piştî daxuyaniyeke çapemeniyê ev îmze radestî Kîmîsyona ewrûpayê hatin kirin.
Navên ku pêşnegî ji kampanyayê re kirin bang li dewlet û saziyên Ewrûpayê kirin û gotin: “PKK ne ‘terorîst’ nîne, ew partiya siyasî ya gelê Kurd e. Li Rojhilata Navîn misogeriya aştiyê ye. Qedexekirina PKK´ê ya ku Kurdan krîmînalîze dike û rê li ber êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Kurdan vedike, betal bikin.”
Înîsiyatîfa ji Kurdan re Edaleta Navneteweyî, ji bo ku PKK ji lîsteya rêxistinên ´terorê´ ya Yekîtiya Ewrûpayê bê derxistin bêhtirîsalekê îmze berhev kirin. Li çar hêlên Ewrûpayê, li Kanada, Qibris ûgelek welatên din îmze hatin berhevkirin. Doh bêhtirî 3 milyon îmzeyên berhevkirî teslîmî Komîsyona ewrûpayê hatin kirin. Beriya wê li Meydana Schuman a ku saziyên Yekîtiya ewrûpayê lê ne, daxuyaniyeke çapemeniyê hat dayîn.
Hevserokê Kongreya Civaka Demokratêk a Kurdistaniyên li ewrûpayê (KCDK-E) Yuksel Koç got, Kurdan û dostên wan 3 milyon îmze berhev kirine û malvahiya her kesê îmzeya xwe danî binê metnê kir. Wî paşê got, “Dewleta Tirk di şerê xwe yê li dijî Kurdan de ji qedexeyê hêzê werdigire. Kurd û siyasetvan ji ber vê di bin zextê de ne.
PKK, temînata azadiya Kuerdan û misogeriya aştiya li Rojhilata Navîn e. Ne tenê ji bo Kurdan ji bo tevahiya Rojhilata Navîn PKK temînata demokrasî û aştiyê ye. Em ê heta dawiyê ji bo rakirina qedexeyê têbikoşin.
BRUKSEL