3 kesan ji ber lehiyê mirin

Pêncşem 9 Adar 2023 - 02:05

Pêr bi şev li Kerkûkê baranek zêde barî, ji ber baranê lehî rabû. Li gundê Bacwanî yê Kerkûkê xaniyek ji ber lehiyê rûxiya.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyek ji nexweşxaneya Keywen a Kerkûkê hatîn girtin, doh sibehê sê cenaze ku yê dayik û du zarokên wê bûn, gihandine nexweşxaneyê.

Çavkaniyek ji polîsên Kerkûkê jî ji Rojnews re ragihand, her sê kesan ji ber rûxîna xanî ya ji ber lêhiyê jiyana xwe ji dest dane.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.