3 kes ji malbateke Hewlêrî mirin 

Duşem 23 Tebax 2021 - 23:20

Li ser otobana M6 a nêzî Galwayê ya li Îrlandayê dawiya hefteya bihurî, di encama qezayeke trafîkê de 3 endamên malbateke ciwan a Kurd mirin. Karzan Sebah Ahmed (36), Şahen Qasim (31) û pitika wan Lena (8 mehî) gava ku ji hemberî wan ve, erebeyeke ji aliyê şaş ve ketî otobanê li wan qelibî, mirin.  Şofêrê erebeya li wan qelibî, Jonasz Lach jî di qezayê de mir. 

Karzan Sebah Ahmed hîna nû beriya bi 3 hefteyan teza xwe ya doktorayê teslîm kiribû û xwe ji bo lêkolînên postdoktorayê amade dikir. Ew bi eslê xwe ji Hewlêrê bû û doktora xwe di beşa çandiniyê ya Zanîngeha Galwayê kir.

Hevjîna wî Şahen Qasim jî ji Hewlêrê bû û muhendis bû.

Damezrênerê Nergz Group, Hiwa Wahab got, mirina malbata sê kesî civaka Kurd a li Îrlandayê gelekî xemgîn kiriye.

GALWAY

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.