3 jinên din revandin
Pêncşem 7 Tîrmeh 2022 - 22:48
- Dewleta Tirk a dagirker li navçeya Mabeta ya Efrîna dagirkirî, 3 jin revandin. Bi aqûbeta jinên hatine revandin, nayê zanîn.
Dewleta Tirk a dagirker li navçeya Mabeta ya Efrîna dagirkirî, 3 jin revandin. Bi aqûbeta jinên hatine revandin, nayê zanîn.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên cihî, çeteyên Mehmed Fatîh ên ser bi dewleta Tirk, li gundê Miştenûrê 3 jinên Kurd revandine.
Jinên bi navê Ruqeye Mistefa, Hêvîn Hemîd Eltono û Henîfe Îbrahîm hatine revandin, û bi aqûbeta wan heta niha jî nayê zanîn.
Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê, dewleta Tirk meha Hezîranê herî kêm 45 kes revandin.
Di şeş mehên destpêkê yên salê de dewleta Tirk 346 kes revandin, 30 ji wan jin in. Dewleta Tirk dagirker di nava heman demê de 18 kes jî qetil kirin.
ŞEHBA