3 girtiyên din jî dest bi greva birçîbûnê kirin

Yekşem 11 Îlon 2022 - 21:21

  • Li Girtîgeha Tîpa F a Hejmar 2 ya Kiriklarê binpêkirinên mafan her ku diçe zêde dibin.

Li Girtîgeha Tîpa F a Hejmar 2 ya Kiriklarê binpêkirinên mafan her ku diçe zêde dibin. Girtiyên bi navê Zekî Bayhan, Ramazan Çelîk û Yucel Kizmaz ên bi nexweşiyên giran ji 28’ê Tebaxê û vir ve di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne.

Girtiyê li heman girtîgehê Veysî Şengîl bi nameyekê ku ji Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê re şandiye diyar kir ku 3 girtiyên din jî tevlî grevê bûne.

Hat ragihandin ku Behram Sagdikî, Mehmet Farûk Araz û girtiyê nexweş Îbrahîm Tîkan di 5'ê Îlonê de dest bi greva birçîbûnê kirine.

Şengîl di nameya xwe de wiha dibêje; “Ez baş dizanim ku hûn di bin şert û mercên dijwar de ne û her tim di bin zextan de ne. Divê ez bibêjim ku we li ser esasê mafên mirovan û rêgezên jiyana gerdûnî yên pêwîst têkoşînek mezin daye. Di çarçoveya van prensîban de dizanim ku we bi heman berpirsyarî û erkê bedelên vê dozê û fedekarî, ked û hewldan daye. Em di bin her şert û mercî de piştgiriya têkoşîna we ya ji bo mafên mirovan û têkoşîna we ya ji bo bidestxistina mafên xwezayî yên hemû mirovahiyê û ji bo baştirkirina kalîteya jiyanê dikin û xwedî lê derdikevin. Ez bawer dikim ku hûn ê di lêgerîna heqîqetê ya van rêgezên azadî û wekheviya demokratîk de serketinê bidest bixin.” 

ÎZMÎR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.