3 fermandarên YBŞ’ê şehîd bûn

Sêşem 19 Îlon 2023 - 00:05

  • YBŞ´ê da zanîn ku di 17’ê Îlonê de li Serdeşta Şengalê, dewleta Tirk a dagirker êrişeke hewayî kiriye. Di vê êrişê de 3 fermandarên YBŞ´ê şehîd bûn. Cenazeyê şehîdan bi merasîmeke bi heybet hat oxirkirin.

Fermandariya Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) têkildarî nasnameya sê fermandarên xwe yên ku roja yekşemê di êrişa hewayî de şehîd bûne, ev daxuyanî da:

“Roja yekşemê nêzî Kampa Serdeştê saet qederê 13.50’î de li dijî wesayîtekê êrişeke hewayî hate kirin û di vê êrişê de sê fermandarên me şehîd bûn.”

Fermandariya YBŞ’ê sersaxî ji malbatên şehîdan û ji gelê Kurd re xwest û got, “Em sersaxiyê dixwazin ji malbatên hevalên me Dîndar Avesta, Pîran Pîr û Çiya Feqîr, em her wiha sersaxiyê ji tevahiya gelê Şengalê re dixwazin, û em soz didin ku em ê bibîranîna wan di têkoşîna Şengala xweser û azad de mezin bikin û bi serketinê tacîdar bikin.”

Derbarê nasnameya şehîdan de jî YBŞ´ê ev agahî dan:

Dîndar Avesta (Xalid Reşo Qasim), li Sîba Şêx Xidir ji dayik bûye, 17’ê Îlona2023’an li Serdeştê şehîd bû.

Pîran Pîr (Raîd Hecî Ferho), li Duhola ji dayik bûye, 17’ê Îlona 2023’an li Serdeştê şehîd bû. 

Çiya Feqîr (Kemal Îlyas Biro Elî), li Kolika ji dayik bûye, 17’ê Îlona 2023’an li Serdeştê şehîd bû. 

Em ê li hember her êrişê rawestin

Fermandarên şehîd ên YBŞ’ê li goristana Şehîd Dilşêr û Şehîd Berxwedan a çiyayê Şengalê, bi merasimeke leşkerî ya bi heybet û bi beşdariya pêkhateyên Şengalê hatin oxirkirin. Di merasimê de bi navê fermandariya YBŞ’ê, Rêveberiya Xweser, TAJÊ û pêkhate Ereb axaftin hatin kirin.

Di axaftinan de peyamên berxwedanê û helwêstên li dijî dagirkeriya dewleta Tirk û hevkarên wê derkete pêş. Di merasimê de her wiha îşaret bi berpirsiyariya hikûmeta Iraqê hate kirin û bêdengiya wê hate şermezarkirin. 

Herwiha hate gotin, ew ê bi fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan, li hemberî êrişên dijminan hemûyan rawestin. 

Di axaftina nûnerê pêkhateya Ereb de jî hate gotin; ew ê “heta dawiyê li gel xwişk û birayên xwe yên Êzîdî, li hember tevahiya êrişan bisekinin.”

Piştî merasîmê, cenazeyê şehîd Pîran Pîr, li ser daxwaza malbatê li Goristana Feqîran, hate veşartin. Merasim bi dirûşmeyên ‘Şehîd Namirin’, ‘Bijî Rêber APO’, bi dawî bû. 

ROJNEWS/ŞENGAL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.