3 endamên YNK’ê winda ne

În 14 Hezîran 2024 - 00:36

Medya YNK’ê ragihand ku sê endamên YNK’ê li sînorê navçeya Şêladizê windabûne û heta niha çarenûsa wan nediyare, her wiha hêzên ewlekariyê jî di derbarê vê yekê de ti agahî parve nekirine. Li gorî medya YNK’ê ragihandî sê endamên YNK’ê yên bi navê Diyar Nezmî Sîteyî, Hêmin Teymus Beyaz Sîteyî û Sefîn Elî Îsmaîl Sîteyî windabûne. Hate diyarkirin ku her sê ciwan di 9’ê Hezîranê de çûne navçeya Bamernê û êdî venegeriyane ku heta niha çarenûsa wan nayê zanîn. Naçveya Şêladizê li ser bajarokê Amêdiyê yê girêdayî parêzgeha Dihokê ye. Li vê deverê hêzek leşkerî ya mezin a PDK’ê û dewleta Tirk heye.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.