Li navçeya Rezanê ya Amedê, polîsan li jina 55 salî Kevser Demîr dan, 3 diran û milê wê şikandin. Walîtiya dagirker îdîa kir ku polîsên wan lêdan xwarine. 

Li navçeya Rezanê ya Amedê, jina 55 salî Kevser Demîr, polîsên kurê wê kirin binçavan lê danê. Polîsan di serdegirtina malê de, 3 diran û milê Demîr şikandin. Demîr, li Nexweşxaneya Dewletê ya Selahaddîn Eyyûbî rapora îşkenceyê û muameleya xirab girt û giliyê polîsan kir. Demîr di heman demê de, serî li şaxên Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyê (TÎHV) û Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Amedê da. 

Demîr ji Rojnameya Tîgrîsê re axivî û got: “Bi porê min girtin û ez bi erdê re xirikandim. Pehîn li min dan. 3 diran û milê min şikandin. Dûre keça min hat û bi ser wan de qîr kir û got, ‘hûn çima li dayika min dixin.’ Ji ber vê li keça min jî xistin, milên wê hişîn û reş kirin. Polîsê ku li me dixist, digot ew boksvanê berê ye û bi ser me de qîr dikir. Li zikê min xistin û di pêlikan de, bi ser piştê ketim.”

MA/AMED