26 namzetên serokkomariya Iraqê

Pêncşem 20 Çile 2022 - 22:36

  • Parlamena Iraqê wê 8'ê Sibatê Serokkomarê nû hilbijêrê. 26 kes bûne namzet. 

Parlamena Iraqê wê 8'ê Sibatê Serokkomarê nû hilbijêrê. 26 kes bûne namzet. 

Erka Serokkomariya Iraqê bi rengekî ji rêûresmê ji Kurdan re hatiye veqetandin. Halê hazir, Berhem Salih ê YNK'î Serokkomar e. Di 8'ê Sibatê de Parlamena Iraqê Serokkomarê nû hildibijêre. Eşkere bû ku 26 kes bûne namzet.

Li gorî Destûra Bingehîn a Iraqê namzet divê welatiyeke/î Iraqî yê ji dayik û bavekî Iraqî be û ne kêmî 40 salî be. Her wiha divê têkiliya wê/wî bi Partiya Baas re çînebûbe. Ji bo namzetek bibe Serokkomar, divê di dengdana destpêkê ya li parlamenê de ji sê paran du parê dengan (yanî 213 dengan) wergire. Bi giranî kesê ku blokên siyasî li ser li hev kirine, tê hilbijartin.

Di nava namzetan de 11 Kurd hene, lê şensê wan kêm e. Wezîrê Karên Derve yê Berê û Wezîrê Maliyeyê yê PDK’ê Hoşyar Zêbarî, Şîlan Fûad, Latîf Reşîd ê ji malbata Talabanî, dadgerê Kurd Rizgar Emîn ê ku dîktatorê Iraqê Saddam Huseyîn dadgeh kir jî di nava namzetên Kurd de hene. Ev namzet qebûl nakin ku Berhem Salih cara duyem bê hilbijartin. Tevî vê yekê jî Berhem Salih weke namzetê favorî tê dîtin.

BEXDA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.