• Kovara Dilop a çandî, hunerî û polîtîk a ku serê du mehan carekê derdikeve, bi hejmara xwe ya 24’an derket. 

Kovara Dilop a çandî, hunerî û polîtîk a ku serê du mehan carekê derdikeve, bi hejmara xwe ya 24’an derket. 

Kovarê di vê hejmara xwe de dosyaya xwe li ser muzîka Kurdî saz kiriye û sernavê "Termînolojî û Amûrên Muzîka Kurdî" bi kar aniye. Ji bo dosyayê Ekrem Yildiz ligel etnomuzîkolog û berhevkar Serdar Canan axiviye.

Canan ji bo teza xwe ya lîsansa bilind, li gelek deverên Kurdistanê karê berhevkariyê kiriye û hêj dike û bi vê yekê re ew fikir pê re peyda bûye ku lazim e termînolojiya muzîka Kurdî bê danan. Ew dibêje, “Heger mirov bi nivîskî lê binerîtin, mirov neşet bêje termînolojiyeke muzîka Kurdî heye ku her kesek pê agahdar e, her kesek pê zanîtin kanî kîjan formên muzîkê yan jî kîjan cureyên muzîkê yên Kurdî hene ku ji hev in an ji hev cuda ne. Sîstematîze nebûye. Ji ber wê jî di destê me de tiştek we nîn e ku mirov behsa termînolojiya muzîka Kurdî biket…Îja ji ber hindê jî min hez kir ev nîqaş bila li ser termînolojiya muzîka Kurdî bît ca em bişên her herêmekî muzîka xwe çawan bi nav diketin an jî miqamêt xwe çawan bi nav diketin."

Ji nivîsên kovarê, Reşo Ronahî axaftina Rakel Dink a ku di 15 saliya kuştina mêrê xwe rojnameger Hrant Dînk de îsal kiribû, wergerandiye Kurdî û weşandiye. Nivîs bi sernavê "Dengê te di guhê me de" hem Tirkiya wê hem jî wergera wê ya Kurdî hatiye belavkirin.

Recep Maraşli bi sernavê "Portreya entellektuelekî kurd Mela Mehmûdê Bazîdî" portreya Bazîdî nivîsandiye. Maraşli dibêje, "Akademîsyenan di nav xebata Kurdolojiyê de bi têra xwe li ser wî nîqaş nekiriye, ev yek gelek balkêş e."

Ozan Serhedî jî bi navê "Dawetên Herêma Mûşê" nivîsa xwe pêşkêş kiriye. Îsmaîl Dîndar jî "Tirşik û Tirşikçî" nivîsiye

Ji hevpeyvînên kovarê Zeynep Arslan ligel bavê xwe Mehmet Arslan hevpeyvînek kiriye. Mehmet Arslan li ser wêjeya devkî lêkolîn kirine û di vê çarçoveyê de pirtûkeke bi navê "Sanika Çeneka Pelewane" amade kiriye. Di hevpeyvînê de li ser vê xebatê hatiye sekinîn.

Hevpeyvîna din jî bi Kurdî ye ku Bêrîvan Kayî ligel hunermendên jin ên Ma Muzîkê ku navê “Jin MA” li xwe kirine, axiviye.

Li aliyê din di vê hejmarê de nivîsên Sezaî Sarioglu, Ayşen Şahin, Bariş Avşar, Dr. Eskerê Boyîk, Nevzat Onaran, Anton Makarenko, Îsmaîl Dîndar, Mela Mihyedîn, Mehmet Bayrak û Îbrahîm Karaca hatine weşandin. Her wiha Seydayê Tîrêj, Mîman Evdilhekîm, Fewzî Bîlge, Metîn Eloglu, Ahmet Erhan, Evdilxaliqê Îsa û Cengîz Sînan Çelîk bi helbestên xwe cih girtine.

NAVENDA NÛÇEYAN