• Dayika Aştiyê Besna Gunay, 23 sal in di rêyên girtîgehan de diçe û tê. 

AHMET KANBAL  /  MA/MÊRDÎN

Dayika Aştiyê Besna Gunay, 23 sal in di rêyên girtîgehan de diçe û tê. Besna Gunay ji bo kurê xwe yê ku li Girtîgeha Bûcayê di greva birçîbûnê de ye û girtiyên din bang kir. 

Besna Gunay (69) ku li Taxa Saraçoglû ya navçeya Artûklû ya Mêrdînê dijî. Kurê wê Ziyadîn Gunay di sala 2004'an de tevli PKK'ê bûye û di sala 2009'an de jî li Zagrosê jiyana xwe ji dest daye û kurê wê Abdûllah Gunay (48) jî girtî ye. Dayik Besna Gunay ku soz daye kurê xwe Abdûllah Gunay û gotiye, "Heya bin lingên bin bipeqin ez ê têbikoşim," hê jî li ser wê soza xwe ye. 
 
Ji sala 1999'an ve

Her wiha Gunay, di hemû çalakiyên Meclîsa Dayikên Aştiyê de cih digire û di nav xizmên girtiyan de yên ji bo girtiyên nexweş çûn Enqereyê û xwestin li ber Wezareta Dadê daxuyaniyê bidin jî cih girtibû. 

Dayik Gunay, ji bo kurê xwe yê girtî Abdûllah ji sala 1999'an heya niha diçe girtîgehan. Herî dawî kurê wê sewqî Girtîgeha Kiriklar a Bûca ya Îzmîrê hatiye kirin û her cara hevdîtina vekirî çêdibe berê xwe dide Îzmîrê. 
 
Hezar û 432 kîlometir jê dûr e

Gunay ku beriya hevdîtina vekirî bi şev haziriyên xwe dike û dide ser rê, ji bo kurê xwe bibîne hezar û 432 kîlometir rê diçe. Gunay, bilêv kir ku piştî her hevdîtinê şev nîvê şevê dikeve rê û vedigere. Gunay, got çendî derfetên wê tunene jî, lê dîsa jî diçe girtîgehê cem kurê xwe û got: "Di rê de me pir zehmetî dikişand. Em bi otobêsê diçûn. Di 24 saetan de digihaştim wir. Di 23 salan de yan 3 an jî 4 caran bi balafirê çûme. Ez di van rêyan de pir westiyam. Me gelek caran daxwazname dan ku kurê min sewqî girtîgeheke nêzî me bikin, lê qebûl nekirin. Her cara me daxwazname da, wî birine cihekî hîn dûrtir. Lê ez her tim çûm." 
 
60 roj in di greva birçîbûnê de ye 

Gunay, diyar kir ku kurê wê Abdûllah ji ber zextên li girtîgehê 60 roj in di greva birçîbûnê de ye û hewl dide dengê girtiyan ragihîne.  

Gunay, destnîşan kir ku ji ber cezayên pêwendîdanînê yê li kurê wê Abdûllah hatine birîn, ji zû de ye nikare hevdîtinê bi kurê xwe re bike û got kurê wê gotiye: "Min daxwazname ji Wezareta Dadê re şand. 6 hevalên me ji Girtîgeha Kirikkaleyê anîn. Gefan dixwin.

Zilm û tahdê dikin. Dibêjin em ê we bikujin. Tim gefan dixwin. Tahde û zilmeke mezin li me dikin."