22 welatiyên xwe bibin 

În 21 Gulan 2021 - 04:12

Hikumeta Danîmarkayê wê 22 welatiyên xwe yên li kampên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê werbigire. 

Li gorî daxuyaniya Wezîrê Edaletê yê Danîmarkayê Nick Hekkerup, 22 welatiyên Danîmarkî yên ku ji ber têkiliya xwe ya bi çeteyên DAÎŞ'ê re li kampên Hol û Rojê ne, wê bînin Danîmarkayê. Hekkerup anî ziman ku kesên bêne anîn wê ji ber kiryarên xwe bên darizandin û got, "Ev kes, ji ber kiryarên xwe neçar in ku hesab bidin."

Hikumeta Danîmarkayê demeke dirêj israr dikir ku welatiyên xwe yên bi çeteyên DAÎŞ'ê re tevgeriyane wernegire. Hikumetê diyar dikir ku ev kes ji bo ewlehiya welêt gef e û di encama zexta komê mafên mirovan de hikumetê neçar maye paşve gavê biavêje. Lê di daxuyaniyê de nehat diyarkirin ku wê kesên navborî kengî bibin.

KOPENHAGEN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.