Danîmarkayê êşkence li Qedem Xeyrê kir

Yekşem 3 Nîsan 2022 - 22:42

  • Li gorî rêxistina mafê mirovan Hengawê, dadgeheke Danîmarkayê, li penabera ji Rojhilatê Kurdistanê Qedem Xeyr Heqanîzade cezayê girtinê birrî. 

Li gorî rêxistina mafê mirovan Hengawê, dadgeheke Danîmarkayê, li penabera ji Rojhilatê Kurdistanê Qedem Xeyr Heqanîzade cezayê girtinê birrî. Esasê meselê jî ew e ku polês û rayedarên Danîmarkî li wargeha penaberan a li Kopenhagenlê êşkence li Qedem Xeyrê kiribû û wê jî li ber xwe dabû.

Hengawê da zanîn ku Qedem Xeyr Heqanîzade ji navçeya Serpolê Zehab a ser bi Kirmaşanê ye. Polês li ber çavê du zarokên wê yên cêwî yên 11 salî sêşema bihurî li kampeke penaberan a li Kopenhagenê lêxistibû.  

Dadgerê dewleta Danîmarkayê got, Qedem Xeyra 37 salî wê di nezaretê de be, heta ku karûbarê dersînorkirina wê, her du zarokên wê û hevjînê wê bi dawî bibin.

Polêsan Qedem Xeyr ji cem malbata wê ya di wargeha penabera bir û xist nezaretê. Hengawê ji ber binpêkirina mafên mirovî yên Qedem Xeyrê hikûmeta Danîmarkayê şermezar kir û ji saziyên mafê mirovan ên li Danîmarkayê xwest hişyar bin beramberî doza Qedem Xeyr Heqanîzadeyê û destekê bi-dinê.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.