
- Li paytexta Danîmarkayê Kopenhagê, kesekî bi çekan êrişî navbajêr kir û herî kêm 3 kes kuştin.
Li paytexta Danîmarkayê Kopenhagê, kesekî bi çekan êrişî navbajêr kir û herî kêm 3 kes kuştin.
Li gorî daxuyaniya polêsên Danîmarkayê roja Yekşemê piştî nîvrojê êriş hat kirin û di êrişê de sê kes hatin kuştin. Di êrişê de gelek kes jî birîndar bûne û rewşa yekî ji wan giran e.
Sermufetîşê polêsan Soren Thomassen di civîna çapemeniyê de got, ciwanekî 22 salî yê Danîmarkî hatiye girtin.
Polêsan diyar kir ku îhtîmal e ku ev ‘êrişeke terorî be’ jî û kesê gumanbar berî neketiye ber taqîb û qeyda polêsan.
Êrîş saet di 17.30’an de hate kirin. Dema ku êriş hat kirin ji bo konsera Harry Styles gelek kes li deverê bûn.
Li gorî gelek şahidan, êrişkar gotiye çeka di destê wî de qelp û sexte ye û xwestiye mirov nêzî wî bibin.
KOPENHAGEN














