• Ji fermandarên HPG´ê Cemîl Cîlo, 21 salan li dijî dijminê dagirker ê Kurdistanê şer kir. Di Berxwedana Xwerêveberiyê ya li Şirnexê de bû fermandarekî pêşeng. Ew di salvegera 15´ê Tebaxê de tevlî nava refên gerîla bûbû.  

HPG’ê ji fermandarên gerîla, şehîd Cemîl Cîlo bi bîr anî û sersaxî ji malbata wî û gelê Kurdistanê re xwest. HPG´ê got, “Hevrê Cemîl, 21 salan bê navber ji bo têkoşîna azadî û hebûnê ya gelê Kurd xebitî.”

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi vî rengî ye: "Fermandarê kedkar û fedakar hevrêyê me Cemîl Cîlo di 24'ê Hezîrana 2020’an de li Heftenînê dema ku bi erka xwe radibû, di êrişeke dijmin de şehîd bû. Di salvegera şehadetê de em hevrêyê xwe Cemîl Cîlo bi rêzdarî bi bîr tînin.

Hevrê Cemîl ji Botanê heta Qendîlê, ji Colemêrgê heta Kelareşê, ji Heftenînê heta Gabarê, ji Bestayê heta Şirnexê 21 salan bê navber ji bo têkoşîna azadî û hebûnê ya gelê Kurd xebitî. Hevrê Cemîl bi şoreşgeriya xwe ya bêfikar, bi karakterê xwe yê kedkar, fedakarî, tevlêbûna bimoral, dilê xwe yê pak û hevrêtiya xwe ya jidil wê timî ji me re bibe mînak. Em ê têkoşîna hevrêyê xwe Cemîl mezin bikin, xwedî li bibîranîna wî derkevin û armancên wî teqez bi ser bixin.

Em sersaxiyê ji malbata wî ya hêja, xelkê Elbakê yê welatparêz û tevahiya gelê Kurdistanê re dixwazin.”

 

15´ê tebaxê tevlî nava refên gerîla bû

HPG´ê ji bo fermandarê şehîd got, “Hevrêyê me Cemîl Cîlo li gundê Hestan ê navçeya Elbaka Wanê ji dayik bû. Hevrêyê me Cemîl qet neçû dibistanên dewleta Tirk, lê belê xwe hînî xwendin û nivîsandinê kir. Hevrêyê me weke mirovekî welê mezin bû ku di dilê wî de nebaşî nebû, her tim tiştên baş ji bo mirovahiyê, xweza û civakê difikirî. Dema ku bi çandinî û sewalkariyê re mijûl dibû, têkiliya wî ya bi xwezayê re ew ji têkiliyên pragmatîk ên xwe dispêrin berjewendiyan û kapîtalîzmê dûr xistin. Sala 1999'an di 15'ê Sibatê de komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Apo û êrişa qirkirina gelê Kurd a bi vê yekê di dilê hevrêyê me Cemîl de jî bû sedema hêrseke mezin û dilsoziya wî ya bi Rêber Apo re mezintir bû. Hevrêyê me Cemîl li ser vî bingehî di salvgera Pêngava 15'ê Tebaxê de sala 1999'an de tevlî nava refên gerîla bû. Hevrêyê me Cemîl piştî ku PKK nas kir, rastiya Rêber Apo xwend û tevlî hevrêyên xwe bû, heqîqeta PKK'ê bêhtir nas kir. Hevrêyê me Cemîl, bêfikar hewl da bibe endamekî vê têkoşînê. 

 

Ji bo tesfiyekirina tesfiyekariyê çû Bakur

Sala 1999'an di pêvajoya vekişînê de ji Bakur derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû. Tevlî pratîk û karên gerîla yên li Qendîlê bû. Di navbera salên 2002-2004'an de meyla xiyanetkar û tasfiyekar a li nava PKK'ê rû da, hewl da ku tevgera me lawaz bike û me ji fikir û rêbaza jiyanê ya Apoyî dûr bixîne, tesfiye bike. Hevrêyê me Cemîl şahidî li vê pêvajoyê kir, guh neda vê koma tesfiyekar a li dijî partî, gel û rêbertiyê, sekna xwe ya li ser xeta milîtaniya Apoyî parast, helwêsta xwe nîşan da. Li dijî van xiyanetkaran, hevrêyê me Cemîl zanîbû ku bi bilindkirina xeta têkoşînê bersiv dikare bê dayin, bi pêşniyaz û daxwaza xwe sala 2003’yan çû Botanê. Ji bo bingehê Pêngava 1'ê Hezîranê ya 2004'an amade bike, amadekariyên çalakiyên li Bakur bike; hem tesfiyekariyê tesfiye bike hem jî bersivê bide dijminê qirker, li herêma Colemêrgê gerîlatî kir. Ji sala 2003'an heta 2007'an li herêmên Colemêrg û Wanê gerîlatî ki. Bi wêrekî û fedakariya xwe di her kar û çalakiyê de bi rola xwe rabû. Di vê pêvajoyê de di bin fermandariya fermandarê me yê pêşeng Şehîd Mahîr Başkale de wî wezîfe kir, şer kir û bû xwedî tecrûbeyên mezin. Di sala 2007'an de di ecnama êrişa dijmin a bi helîkoptera êrişê de ji dest û lingên xwe birîndar bû û ji bo dermab bibe çû Herêmên Parastinê yên Medyayê.

 

Dilê hevalên xwe xweş dikir

Hevrê Cemîl piştî ku rehet bû, li Akademiyên Apollo tevlî perwerdeya leşkerî û îdeolojîk bû. Piştre Akademiya Hakî Karer serketî qedand û çû Heftenînê. Ji sala 2008'an heta 2014'an li herêma Heftenînê li gelek deveran xebat kir. Hevrê Cemîl demeke dirêj di karê cebilxaneyê de xebitî, ji bo parastina nirxên têkoşîna me û bersiva li pêwîstiyên şer ên hevrêyan gelekî hewl da. Zanîbû ku tevgera PKK'ê ji bo peydakirina fîşekekê çiqasî kedê dide, ji bo bibe xwedî çekekê çiqasî têkoşiyaye. Lewma her kar bi ser dixist.

Ji analîzên Rêber Apo yên li ser kesayetiyê, ji îdeolojiya Apoyî, parêznameyên Rêbertî û bîranînên hevrêyên şehîd gelek ders wergirtin. Weke kedkarekî durist, dilsoz ê rêya rastiyê têkoşiya. Hevrê Cemîl bi dilê xwe yê pak ê mîna zarokan, bi kêfxweşiya xwe ya jiyanê, rûyê xwe yê li ken û kesayetiya xwe ya bi moral, her tim bû çavkaniya moralê ji hevrêyên xwe re. 

Di sala 2014'an de careke din derbasî Botanê bû. Ji Besta heta bi Gabarê, ji Cûdî heta bi Herekolê, ji Kato heta bi zozanên Colemêrgê li Botanê gav bi gav geriya û kar kir.

Dewleta Tirk a mêtinger qirker di sala 2015'an de li dijî gelê Kurd konsepta îmha û qirkirinê ya topyekûn xist dewrê û li dijî gelê me û tevgera me bi hovane êriş kir. Êrişî bajarên Kurdistanê kir û komkujiyên li dijî mirovahiyê kirin. Hevrêyê me Cemîl jî mîna Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê hemûyan hewl da piştgiriyê bide vê berxwedana gelê me û ciwanên Kurd û bingehê wê xurt bike. Di zivistana giran a sala 2015-2016'an de ji bo Berxwedana Xwerêveberiyê ya Şirnexê bi dil û can xebitî, xwe ji fedakariyê neda alî. Artêşa Tirk a dagirker di 14'ê Kanûna 2015'an de bi xwe kete dewrê, tank ajotin ser çend ciwanên Kurd. Piştî ku artêşa Tirk a faşîst tevlî van êrişan bû, hevrêyê me Cemîl jî ji Bestayê derbasî Şirnexê bû û beşdarî pêvajoya Berxwedana Xwerêveberiyê bû. Bû yek ji fermandarên pêşeng ên pêvajoya Berxwedana Xwerêveberiyê ku artêş, çete û hêzên paramîlîter ên dewleta Tirk xistion nava sendromê. Piştî vê pêvajoyê di havîna 2016'an de careke din vegeriya çiyayên Botanê. Piştî ku demekê wezîfe kir, ji bo derman bibe çû Herêmên Parastinê yên Medyayê. 

Hevrêyê me Cemîl li herêma Heftenînê a ku bi salan lê têkoşiya û kedeke mezin da, dema ku li ser erka xwe bû 24'ê Hezîrana 2020’an di êrişeke dijmin de bi giranî birîndar bû û şehîd bû."

Agahiyên li ser nasnameya şehîd Cemîl Cîlo bi vî rengî ne:

* Cemîl Cîlo (Yalçin Keskîn) ê li Wanê ji dayik bûye, kurê Fatma û Mustafa, 24´ê Hezîrana 2020´an, li Heftenînê şehîd bû.