21 jin û 4 zarok qetilkirin

Çarşem 7 Tebax 2024 - 02:15

JINNEWS’ê daneyên tundiyê ya meha Tîrmehê weşand. Li gorî daneyan di meha Tîrmehê de 21 jin û 4 zarok hatin qetilkirin. Her wiha 22 jinan û 2 zarokan jî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan. Li gorî daneyan jinek ji hêla zilamê ku di qonaxa hevberdanê de bûn, 4 ji hêla zilamên ku hevberdane ve, 2 jin ji hêla kurên xwe ve, jinek ji hêla zilamê bi hev re bûn ve, jinek ji hêla birayê xwe ve, jinek ji hêla zilamê jihev veqetiyayin ve, jinek ji hêla zilamê ku hev nas nedikirin ve, jinek ji hêla bavê xwe ve, yek ji hêla zilamê hev nas dikir ve û jinek jî ji hêla xizmê xwe ve hate qetilkirin. Di daneyan de bajarên jin lê hatine qetilkirin jî wiha hatin destnîşankirin:’’Li Xarpêtê 2, li Kutahyayê 1, li Edeneyê 1, li Stenbolê 3, li Meletiyê 3, li Karamanê 1, li Semsûrê 1, li Sêrtê 1, li Erziromê 1, li Gîresûnê 1, li Kayseriyê 1, li Kocaeliyê 1, li Edîrneyê 1, li Gumuşhaneyê 1 û li Mêrsînê jî 2 kes hatin qetilkirin.’’ 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.