ÎBRAHÎM ÊZIDΠ
ROJNEWS/ŞENGAL

Kongreya Partiya Azadî û Demokrasiya Êzîdiyan (PADÊ) ya 3´yan di 24’ê Kanuna 2020’an de hatibû lidarxistin. Doh meclîsa partiyê kom bû û di civînê de careke din Emer Saleh weke serokê PADÊ hate hilbijartin.

Di 24’ê Kanuna 2020’an de Kongreya PADÊ li komelgeha Digurê ya Şengalê bi tevlîbûna 150 delegeyan bi dirûşmeya, “Bi ruhê bidawîkirina fermanan emê rêxistina xwe xurt bikin” hatibû lidarxistin.

Di kongreyê de ji bo meclisa rêveberiyê 21 kes hatibûn hilbijartin. Endamên meclîsê doh li nehiya Sinûnê civiyan û di civînê de serokê PADÊ û cîgirên yekem û dûyem yên serokê PADÊ hilbijartin. Li gorî encamên hilbiajrtinê, Emer Saleh careke din bû serokê PADÊ.

Zehra Silêman weke cîgira yekem û Azad Ebdal jî weke cîgirê dûyem yê meclîsa PADÊ hatin hilbijartin.

Piştî hilbijartinan serokê PADÊ Emer Saleh got; “Em di serî de sala nû li tevahiya civaka xwe pîroz dikin, hêvî dikin sala nû bibe sala xweseriya Şengalê.

Em bi hêvî ne ku endamên partiyê hemû wê ji bo civaka Êzîdî rêveberiyeke baş bikin

Divê em derfetan hemûyan ji bo ku Şengal xweser bibe, bi kar bînin û saziyên xwe hemûyan li Iraq û welatên navneteweyî bidin qebûlkirin.”