200 malbat vedigerin Şengalê

În 26 Tîrmeh 2024 - 01:45

Hat ragihandin ku wê nêzî 200 malbatên din ji kampa Şarya ya li Dohukê vegerin Şengalê. Rêxistina IUM ragihand, wan navê nêzî 200 malbatên koçberên Şengalê tomarkirine da ku vegerin ser cih û warên xwe. IUM’ê eşkere kir ku nêzî 200 malbatan amadebûna xwe ji bo Şengalê nîşan dane û ji bo wê jî navê xwe nivîsandine. Roja 23’yê Tîrmehê jî Wezareta Koç û Koçberan ya Iraqê ragihand 1841 koçberên li kampên parêzgeha Dohukê bi biryara xwe vegeriyan Şengalê û her malbatek 4 milyon dînar li gel beşek ji pêwîstiyên nava malê pêre hatine kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.