200 ciwan dimeşin

Duşem 7 Îlon 2020 - 15:53

  • Meşa dirêj a ciwanan û înternasyonalîstan a ji bajarê Hannover ê Elmanyayê dest pê kir, 55 kilometir li pey xwe hiştin.

Meşa dirêj a ciwanan û înternasyonalîstan a ji bajarê Hannover ê Elmanyayê dest pê kir, di dawiya roja sisiyan de gihişt Unterluessê. Di sê rojan de ciwanan 55 kilometir li pey xwe hiştin.
Ji gelek welatên Ewrûpayê 200 ciwanên Kurdistanî û înternasyonalîst beşdarî meşê bûne. Ciwan azadiya Rêber Apo dixwazin û bêbextiya navdewletî şermezar dikin.
Li Celle polîsan xwest ciwanan asteng bikin, lê ciwanan bi govend û muzîka xwe dîwarê polîsan derbas kirin.
Ciwanan li Hannoverê Helîm Dener û li Celle jî Husên Xelef ê ji aliyê nijadperestekî ve hatibû kêrkirin bi bîr anîn.
Ciwan wê îro jî ber bi Lunebûrgê ve bimeşin.NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.