ZEYNEP DÛRGÛT / MA / ŞIRNEX
Ji ber polîtîkayên dewleta Tirk a ji salên 1990’î heta niha li Kurdistanê dimeşîne, lêçûnên leşkerî qat bi qat zêde bûn. Bi taybetî li Şirnex û navçeyên wê yên ku ji salên 90'î û vir ve Rewşa Awarte (OHAL) lê didome, ji bo pêşxistina aboriya bajêr razandinên berbiçav nehatiye kirin, pereyê ku ji bo "ewlehiyê" tê xerckirin jî balê dikişîne.
Li gorî daneyên Rêxistina Plansaziya Dewletê (DPT) yên di sala 2017'an de hatine amadekirin, Şirnex ji aliyê aboriyê ve di rêza 81'emîn de ye. Ji sala 2003’an heta 2023’an AKP’ê û hikumeta wê ji bo leşkerî û ewlehiyê li Şirnex û navçeyên wê 2 milyar 387 milyon û 780 hezar lîre pere xerc kirine.
Bi lêçûnên ji budçeya Wezareta Karên Hûndir ku di malpera fermî ya Walîtiya Şirnexê de cih digirin li Şirnex û navçeyên wê bi dehan qereqol, qule, avahiyên miduriyeta polîsan ên navend û navçe û avahiyên xizmetên leşkeriyê hatin çêkirin.
Nêzî 3 milyaran xerc kirine
Hin projeyên Wezaretê ku di nava 20 salan de hatine çêkirin û berdewam dikin wiha ne;
* Ji bo 18 projeyên xetên veguhestina enerjiyê, Pergalên Ewlehiya Kamera, Ronahî, Ragihandin û Kamerayê: 27 milyar 386 milyon û 290 hezar lîre.
* Ji bo çêkirina avahiya Midûriyeta Polîsan a Navçeya Hezexê: 9 milyon û 165 hezar û 84 lîre.
* Ji bo çêkirina avahiya Midûriyeta Polîsan a Navçeya Cizîrê: 16 milyon 940 hezar lîre.
* Di navbera gundê Çemanê û navçeya Elkê ya girêdayî Fermandariya Alaya Cendirmeyan a Şirnexê de 4 qule hatin çêkirin: Mîlyonek û 340 hezar û 480 lîre.
* Ji bo çêkirina avahiya Midûriyeta Polîsan a Navçeya Qilêbanê: 17 mîlyon 200 hezar lîre.
* Li derdora Grizero û birca ku di bin berpirsyartiya Fermandariya Cendirmeyan a Şirnexê de ye tê têlkirin: 456 hezar lîre.
* Çêkirina avahiya duyemîn a Midûriyeta Polîsan a Navçeya Cizîrê: 2 milyon û 400 hezar lîre.
* Avahiya Xizmetê ya Serokatiya Şaxa Leşkerî ya Navendî ya Şirnexê: 727 hezar lîre.
* Textên razanê ji 52 yekîneyan ya Fermendariya Leşkêrî ya Şirnexê: 20 milyon û 490 hezar lîre.
* Montekirina Blokên Lojmanên Fermandariya Tûgay a Cendermeyan a Çakirsogutê: 2 milyon û 629 hezar û 500 lîre.
* Textên razanê ji 24 Yekîneyên Fermandariya Cendirmeyan a Navçeya Hezexê ya Şirnexê: 11 milyon û 992 hezar û 200 lîre.
* Tamîrkirina ENH ya AUB ya Girê Sêvê û Fermandariya Tabûra Cendermeyan a Millî ya Şirnexê: Milyonek û 670 hezar lîre.
* Textên razanê yên 24 Yekîneyan a Fermandariya Cendermeyan a Navçeya Hezex a Şirnexê: 11 milyon û 992 hezar û 200 lîre.
* Textên razanê yên 24 Yekîneyan a Fermandariya Cendermeyan a Navçeya Hezex a Şirnexê: 12 milyon û 186 hezar û 706 lîre.
* Amûrên Ceyranê ya ji bo Xeta Sînor a Iraqê û Tirkiyeyê ya Şirnexê: 212 hezar û 450 lîre.
Projeyên ku berdewam dikin;
* Temîra xeta ronahiyê ya sînorê Iraq-Sûriyeyê: Milyonek û 162 hezar û 750 lîre.
* Çêkirina avahiya Midûriyeta Polîsan a Silopiyayê: 158 milyon 330 hezar lîre.
* Xebata temîrata Lojmanên TOKÎ’yan a Fermandariya Cendirmeyan a Şirnexê: 238 milyon û 999 hezar lîre.
* Ji bo projeyên din ên ku berdewam dikin jî 751 mîlyon û 898 hezar lîre hatin xerckirin.
Budçeya Wezareta Karên Hundir ku di rûpela Walîtiyê de ye, ji bo leşker û ewlekariyê hatiye xerckirin weke 2 mîlyar û 387 milyon û 780 hezar lîre hat qeydkirin.