20 kolber hatine birîndar kirin

Sêşem 14 Mijdar 2023 - 00:26

Li gorî nûçeya Kolbernews’ê, tenê di çar rojên borî de di encama gulebarana hêzên rejîma Îranê de li ser sinorê bajarê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê nêzî 20 kolber birîndar bûne.

Di nûçeyê de hatiye diyarkirin di navbera meha Adar û Îlonê de 13 kolber li deverên sinorî yên Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê hêzên rejima Îranê ve hatine kuştin û 72 kolber jî birîndar bûne. Li gorî Kolbernews’ê, di dema derbasbûyî de êrişên li ser kolberan li her du deverên sinorî yên Newsud û Bane zêde bûne.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.