Berdevkê Fermandariya Giştî ya Artêşa Iraqê Yehya Resul ragihand ku dewleta Tirk rêz li serweriya Iraqê nagre û got; “Artêşa Tirk bi kûrahiya 20 kîlometre ketiye nav xaka Iraqê, ev jî binpêkirina serweriyê ye. Ya ku rû dide, dagirkirina xaka Iraqê ye.”
Êrişên dewleta Tirk a dagirker yên ji bo dagirkirina tevahî Başûrê Kurdistan û hinek herêmên Iraqê bê navber dewam dikin. Nerazîbûna li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk, hem di nava Iraqê hem jî di nava Herêma Kurdistanê de roj bi roj zêde dibe. Vê carê Artêşa Iraqê nerazîbûna xwe bi daxuyaniyekê diyar kir.
Berdevkê Fermandariya Giştî ya Artêşa Iraqê Yehya Resul bi daxuyaniyeke çapemeniyê ragihand ku behsa dagirkeriya dewleta Tirk ya li ser xaka Iraqê kir.
Yehya Resul dibêje, Artêşa Tirk hejmara baregehên xwe yên di nava Herêma Kurdistanê de zêdekiriye. Hatina ber bi pêş ya dewleta Tirk ne raste, divê Tirkiye rêz li serweriya Iraq û welatên cîran bigre.”
NAVENDA NÛÇEYAN